Artêşa Iraqê: Balafira êrişî balafirgeha Silêmaniyeyê kirî ji Tirkiyeyê rabû 2023-09-19 11:24:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê ragihand ku balafira ku êrişî balafirgeha Silêmaniyeyê kirî ji Tirkiyeyê rabûye û wiha got: "Ev êriş, destdirêjiya li dijî xax, ewlekarî û yekparetiya Iraqê ye."   Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resul der barê êrişa duh a li dijî balafirgeha Erbetê yaSilêmaniyeyê, daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; “Duh saet di 17:00’an de balafireke bêmirov, ji Tirkiyeyê rabû û hate nav xaka Iraqê û Balefirgeha Çandiniyê ya Erbet a li Silêmaniyeyê bombebaran kir. Di êrişê de 3 endamên Dijî Terorê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Ev destdirêjî, binpêkirina serwerî, asayîş û yekparetiya xaka Iraqêye. Ev yek binpêkirin û gefa li ser aramî, ewlekariya li herêm û cîhanê ye. Di heman demê de binpêkirina zagona navneteweyî, pîvan û destûra bingehîn a Neteweyên Yekbûyî ye.”   Resûl, di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku ev êriş bi pîvanên cîrantiya baş a di navbera her du welatan de hev nagire û wiha bi dawî kir: "Li ser welatiyên Iraqê gef e. Mafê Iraqê ye ku dawî li van binpêkirinan bîne.”