Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo qedexeya Qada Galatasarayê hate kirin red kir 2023-09-19 10:53:01   STENBOL - Serlêdana li Dadgeha Îdarî ya bi daxwaza “rawestandina darizandinê” li dijî biryara qedexekirina Qada Galatasarayê ya li Dayikên Şemiyê hatibû kirin hate redkirin. Prz. Jiyan Tosûn dazanîn ku li AYM’ê amadekariyên serlêdanên nû hatin kirin.    Çalakiya ku Dayikên/Malbatên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin dane destpêkirin di hefteya 964’an de berdewam dike. Qada Galatasarayê ji sala 2018’an ve qedexe ye. Di sala 2020’an de di encama mudaxaleya polîsan a hefteya 700’emîn a çalakiya Dayîkên Şemiyê ya sala 2018’an de derbarê 46 kesên ku polîsan ew derbkirin û binçavkirin de bi hinceta qanûna civîn û xwepêşandanan a hejmara 2011’an binpê kirine doz hat vekirin.   Parêzerên endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo yek ji malbata windakiriyan Masîde Ocak a polîsan tundî lê kir û binçav kirin û Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî hem “qedexeya mûameleya nebaş” hem jî “mafê xwepêşandan û civînan” hatine binpêkirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Piştî serlêdana AYM’ê ji aliyê “qedexeya mûameleya nebaş” ve biryara binpêkirinê nehatibe dayîn jî têkildarî “mafê xwepêşandan û civînan” biryara binpêkirinê da. Tevî biryara binpêkirinê ya AYM’ê, biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê weke hincet tê nîşandan û 24 hefte ne çalakî tê astengkirin. Dayikên/Mirovên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ku tevî tundî û astengkirinê hewl didin bikevin qadê, her hefte tên astengkirin û binçavkirin.    Yek ji parêzeran ÎHD’ê û di heman demê de malbata windakiriyan parêzer Jiyan Tosûn, têkildarî biryara qedexeyê ya ji bo Qada Galatasarayê, pêvajoyên hiqûqî û serlêdana ku kirine nirxandin kirin.    ‘DAXWAZNAME BÊBERSIV MAN’    Tosûn, diyar kir ku biryara “binpêkirinê” ya AYM’ê ji Qeymeqamtiya Beyoglûyê re şandine û da zanîn ku daxwaznameyên ji bo biryara AYM’ê bên bicihanîn dişînin qeymeqamtiyê bê bersiv dimînin.    DADGEHA ÎDARIYÊ DOZ RED KIR   Tosûn, diyar kir ku bi daxwaza “rawestandina darizandinê” sala par li dijî biryara “fermana giştî” ya Walîtiya Stenbolê li 10’emîn Dadgeha Îdarî ya Stenbolê doz vekiribûn lê daxwaza wan a dozê beriya du hefteyan bi hinceta xala 27’emîn a qanûna bi hejmara 2577’an bi hev re pêknehatiye hate redkirin. Tosûn, bi lêv kir ku pêvajoya darazê li ser îtîrazê li Dadgeha Îstînafê hêj didome.    ‘LÊPIRSÎNKIRINA POLÎSAN TÊ ASTENGKIRIN’    Tosûn, anî ziman ku di çalakiyên her hefte tên lidarxistin de derbarê polîsan de giliyên cuda cuda dikin û wiha got: “Heta niha ji bo 943 hefteyan bi daxwaza dozgerî destûra lêpirsînê bide serî li Walitiyê dan. Walîtiyê bi raporeke pêş lêkolîniyê biryar da ku ‘destûra lêpirsînê neyê dayîn’. Esas bêyî lêkolînekê bike, îfadeya polîsên sûcdar bigirin, polîsan tespît bikin, dîmenan lêkolîn bikin ev biryar hate dayîn. Me jî li dijî vê biryarê li Dadgeha Îdareyê îtîraz kir. Lê hêj encamek derneketiye. Ji bo 23 hefteyên din jî hêj lêpirsîn berdewam dikin.” Tosûn, da zanîn ku ji ber çalakiyê li dijî parazvanên mafên mirovan her hefte cuda cuda lêkolîn tên dest pê kirin.    AMADEKARIYÊN SERLÊDANEKE NÛ   Tosûn, diyar kir ku xwe amade dikin ku serlêdaneke nû li AYM’ê bidin û wiha berdewam kir: “Têkildarî azadiya îfadeyê, mafê xwepêşandan û civînê, kelemçeya bi paş ve û derbkirinê û ji bo hefteyên din jî ji bo qedexeya mûameleya xerab em ê serlêdanê bikin. Ji ber lêpirsîneke bi bandor nayê kirin em ê di çarçoveya ‘mafê darizandina adil’ de serlêdanê bikin.”   ‘HEWCEHÎ BI PIŞTEVANIYÊ HEYE’    Tosûn, bi bîr xist ku AYM’ê piştî 4 sal û nîv derbas bûn biryara binpêkirinê da û diyar kir ku ji ber biryarên AYM’ê dereng tên dayîn bandora wan li qadê nayên nîşandan. Tosûn, bal kişand ku ji bo xwe bigihînin Qada Galatasarayê divê atmosfera polîtîk bê guhertin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Tirkiyeyê niha ji aliyê mafan ve di serdemeke zextên cidî de derbas dibin. Qada Şemiyê ji bo malbatên windakiriyan gelek girîng e ji ber ku cihê hatina bahev e. Rêya ku mirov demildest bigihe vê qadê ji piştevaniyê re derbas dibe.”   MA / Ergîn Çaglar