Tevî biryara Dadgeha Bilind jî înfaza girtiyê felcî hate şewitandin 2023-09-19 10:39:31 AMED - Girtiyê bi navê Muhîttîn Altin li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye. Felcê li Altin da ye û înfaza tevî biryara Dadgeha Bilind a “derhiqûqî ye” jî bi hinceta cezayên disiplînê hate şewitandin.    Muhîtîn Altin (49) di sala 1992’yan di 18 saliya xwe de li Çewlikê hate binçavkirin û girtin. Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “yekitî û yekparetiya dewletê xera dike” cezayê muebbetê da Altin. Nêzî 3 mehan li Çewlikê di girtîgehê de ma û piştre jî sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hate kirin. Altin, di 21’ê Adara 1993’yan de xwe şewitand û felcê li rexa wî ya çepê da. Bi vî halê xwe yê felcî şandin girtîgehên Amed, Trabzon, Gîresûn, Enqere û herî dawî jî Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê. Altin ev 30 sal in di girtîgehê de ye û cezayê wî xelas bûye lê bi hinceta cezayên disiplînê nayê berdan.    TMK WEKE HINCERT NÎŞAN DAN   Bi hinceta xala 17/2 a Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) ku dibêje “.. heke 3 caran cezayê hucreyê li hikûmxwarên terorê hatibe birîn, cezayê disiplînê hatibe rakirin jî nikarin ji mafê tehliyeya bi şertê kontrola edlî sûd bigirin...” înfaza wî hate şewitandin.    KYOK   Bi hinceta ku di 12’ê mijdara 2019’an de agahiyên derheqê PKK’ê de li ser wî hatine girtin, 15 roj cezayê hucreyê lê hate birîn û derheqê wî de bi îdiaya “pesnê sûc û sûcdar da ye” lêpirsîn hate destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Bandirmayê lêpirsîn da destpêkirin û biryara “hewcehî bi şopandinê nîne (KYOK)” da. Altin, ji bo rakirina cezayê disiplînê îtîraz kir lê Dadgeriya Înfazê ya Bandirmayê û Dadgeha Cezayên Giran a Bandirmayê ev îtîraz red kirin. Di hinceta biryara KYOK’ê ya Serdozgeriya Komarê ya Bandirmayê de wiha hat gotin: “Hat tespîtkirin ku gumanbar li girtîgehê dimîne, ji ber ku hêmayên sûcê pê tê tawanbarkirin pêk nehatine, hêmayên qanûnî pêk nehatine û ...”    BIRYARA MÎNAK    Altin, li dijî cezayên disiplînê yên bi îdiaya “dokumanên rêxistinî” îtîraz kiribû lê ev îtîraz hatibûn redkirin. Li ser vê yekê Altin bi daxwaza “betalkirina biryarê”, bi rêya Dadgeriya Înfazê ya Bandirmayê  serî li Dadgeha Bilind da. 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî di 31’ê çileya 2023’yan de biryara xwe da û got ku cezayê disiplînê yê li hikûmxwar hatiye birîn di qanûnan de cih nagire û biryar betal kir.    CEZAYÊN LI DIJÎ USÛL Û QANÛNAN   Parêzera Altin, Nagehan Avçil jî li ser vê yekê di 13’ê sibata 2023’yan de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bandirmayê da û xwest ku cezayê disiplînê yê derusûlî û derqanûnî yê li miwekîlê wê hatiye birîn bê betalkirin. Dadgeriya Înfazê ya Bandirmayê jî di 27’3e sibata 2023’yan de biryar da ku cezayên disiplînê yê 15 rojan ê li Altin hatiye birîn were rakirin. Serdozgeriya Komarê ya Bandirmayê li dijî biryarê îtîraz kir û Dadgeha Cezayên Giran a Bandirmayê îtîraz qebûl kir. Dadgehê, di 22’yê adara 2023’yan de biryar da ku biryara Dadgeriya Înfazê were rakirin.    BIRYARA DADGEHA BILIND JINEDÎTÎ VE HAT Î BAIL KIŞAND SER DADGEHA BILIND    Di hinceta Dadgeha Cezayên Giran a Bandirmayê de hat destnîşankirin ku rêya qanûnî ya îtîrazên Altin beriya niha kirine girtî ne û bi vî qewlî hatine redkirin. Dadgehê, biryara nû ya Dadgeha Bilind ji nedîtî ve hat û got; “Mimkin nîne cezayê disiplînê yê li Altin hatiye birîn were rakirin.” Dadgeha ku biryara Dadgeha Bilind jinedîtî ve hat, di hinceta biryara xwe de got ku heke Dadgeha Bilind biryarê bide dikare ev ceza were betalkirin.    JI BO DADGEHA BILIND SERLÊDANEKE NÛ   Piştî biryara Dadgeha Cezayên Giran a Bandirmayê, Altin bi daxwaza “bila biryar were betalkirin” serî li Dadgeha Bilind da.    ‘LI TÎPA E’YÊ XWE ŞEWITAND’   Pismamê Altin, Mehmet Altin bertek nîşanî astengkirina tehliyeya Altin da û wiha got: “Nikare bi tena serê xwe bijî û divê tavilê were berdan.  Pismamê min di meha 11’emîn a sala 92’yan de li Çewligê hate girtin. Niha 49 salî ye û di 18 saliya xwe de hatibû girtn. Çendek mehan li Çewlikê ma û piştre şandin Tîpa E ya Amedê. Di Newroza 93’yan de xwe şewitand. Ji bo tedawiyê birin nexweşxaneyê û ez çûm serdanê. Tu kes pê re eleqeder nebûbû. Dest û lingên wî bi cihê razanê ve hatibûn girêdan. Nehiştin em mudaxile bikin. Miameleyeke mirovan pê nedikirin. Bi saetan li wir bi tena serê xwe hiştin. Êş dikişand. Piştre jî ji bo tedawiyê birin Edeneyê. Piştî tedawiyê dîsa anîn Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Du sal piştre sirgûnî girtîgehên Trabzon, Gîresûn û Enqereyê kirin. Niha li Girtîgeha tîpa T a Bandirmayê ye.”    ‘EM ÇÛN PÊŞIYA GIRTÎGEHÊ LÊ ME NEKARÎ BÎNIN’    Bi domdarî Altin ev tişt anî ziman: “Di 19’ê çileyê de cezayê wî xelas dibû. Ji bo tehliyeyê em çûn Bandirmayê pêşiya girtîgehê. Em du rojan li wir man lê ji me re gotin; ‘tiştekî wisa tune ye.’ Em jî vegeriyan malê. Tu sedemeke mîna mirovan ji me re venegotin. Ev bû 10 meh înfaza wî taloqkirin. Tu sedemek nîne lê nayê berdan. Me serî li Wezareta Dadê da lê berpirsyarê li wê derê tiştek ji me re negot. Ev bû 10 meh înfaza wî qediyaye lê nayê berdan. Tu kes li derdê me guhdar nake. Parêzer sedemên weke, li qawîşê rêvebertî kiriye, di Newroza 93’yan de xwe şewitandiye û hwd. Ji me re nabêje lê poşmantî lê tê ferzkirin. Jixwe 30 sal in di girtîgehê de ye ma hûn zexta çi poşmantiyê ferz dikin? Di jiyana xwe de tu caran em ji karê xwe yê me kirî poşman nebûne. Bila baş bizanin ku em ji vir û şûnde jî poşman nabin. Em poşman nînin. Bila Muhîttîn were berdan. Bi hezaran girtî bi heman sedeman nayên berdan. Bi rastî jî hiqûqa dijminatiyê ye. Em dixwazin ew û hemû hevalên wî bên berdan. Muhîttîn nikare bi tena serê xwe bijî. Lewma divê tavilê were  berdan.”    SERÎ LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN DA   Parêzera Altin, Nagehan Avçîl jî têkildarî mijarê wiha got: “Ji ber cezayên disiplînê yên derhiqûqî, Altin nayê berdan. Diviya bû li gorî biryarên Dadgeha Bilind ev ceza bihata betalkirin. Lê betal nakin. Ji bo astengkirina tehliyeya wî, cezayên hucreyê nayên rakirin. Daxwaza jinûvedarizandinê ya Dadgeriya Înfazê ya Bandirmayê ji hêla dadgeriya înfazê ve hatibû qebûlkirin û mercên tehliyebûnê çêbûbûn. Lê Dadgeha Cezayên Giran li ser îtîraza dozgeriyê, biryara betalkirina cezayên hucreyê betal kir. Di halê hazir de serlêdana ji bo betalkirina vê biryarê hem jî ya li Dadgeha Destûra Bingehîn hate kirin.”    MA / Eylem Akdag