Hevjîna Îbrahîm Ayhan: Xwe fedayî gelê xwe kiribû 2023-09-19 09:32:03   RIHA  - Hevjîna siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan di 5’emîn salvegera wefata Ayhan de axivî û got: “Gelê wî ji bo wî bi ser malbat û her tiştekî re bû. Xwe fedayî gelê xwe kiribû.”    Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ku serdemekê di Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û du serdeman jî di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Rihayê bûbû parlamenter, di 20’ê îlona sala 2018’an de li bajarê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Ayhan, di ciwantiya xwe de tevgera azadiyê ya kurd nas kir û heta dawiya emrê xwe jî di vê qadê de têkoşiya. Di dema êrişên DAIŞ’ê yên di 15’ê îlona sala 2014’an de li dijî Kobanê ku 134 rojan domiya bûn jî Ayhan li ser sînor nobet girt û bi gel re di nava berxwedanê de bû. Ayhan, li vir bi roleke pêşeng rabû û cihê xwe di dîrokê de girt.    Di 5'emîn salvegera wefata Îbrahîm Ayhan de hevjîna wî Rêzan Ayhan bi ajansa me re axivî.    'GIRTIN Û BINÇAVKIRIN...'   Rêzan Ayhan da zanîn ku wê û Ayhan hevdu li zanîngehê nas kiriye û wiha got: “Min li zanîngehê beşa mamostetiya dibistanê dixwend û Îbrahîm jî beşa endezyariya zîraatê dixwend. Îbrahîm ji ciwanên zanîngehê re pêşengtî dikir. Ji ber wê jî her tim dihat girtin û binçavkirin. Piştî ku min Îbrahîm nas kirî, fikir û rêmanên min ên der barê têkoşîna azadiya kurdan de jî çebûn. Lê ji ber sedemên siyasî Îbrahîm ji zanîngehê hat dûrxistin û zanîngeha wî nîvco ma. Piştî ji zanîngeha hat avêtin, di sala 1993'yan de ez û Îbrahîm zewicîn. Bi qasî 7 salan mamostetî kir lê mamostetiya wî jî ji ber sedemên siyasî nîvco ma. Piştrê di sendîqa û partiyê de dest bi xebatê kir. 2 zarokên me jî çebûn lê Îbrahîm her tim di nava siyasetê de bû û 4 sal û nîvan di girtîgehê de ma.”    'EVÎNDARÊ GELÊ XWE BÛ'   Di berdewama axaftina xwe de Ayhan bi lêv kir ku hevjînê wê pir giredayî gelê xwe bû û wiha axivî: “Evîndarê gelê xwe bû. Ji ber ku ez ji bo girtina wî ditirsiyam min dixwest wî ji têkoşînê dûr bixim. Lê wî tu carî bi ya min nedikir. Ji bo gelê wî çi hewce bikira, wî ew dikir. Baweriya wî ya ji Tevgera Azadiyê ya Kurd hebû û heta dawiyê jî li ser vê baweriye têkoşiya. Heta dawiyê jî tu carî dev ji vê têkoşînê berneda. Gel jî pir ji wî hez dikir. Her tişt ji bo gelê xwe dikir. Gelê xwe bi ser malbat û her tiştî re digirt.”   PÊVAJOYA GIRTÎGEHÊ   Bi domdarî Ayhan anî ziman ku hevjînê wê ji ber xebatên xwe yên siyasî her tim bi girtin û binçavkirinan re rû bi rû dima û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajoya girtîgehê ji bo me jî pir zehmet derbas dibû. Min li hêlekê li dibistanê ders didan û li rexa din jî bi tena serê xwe bi zarokan re eleqeder dibûm. Di heman demê de ji ber ku Îbrahîm li Edeneyê girtî bû, her tim em di rê de bûn. Zextên civakê jî li ser me zêde bûn. Gelek caran pola ku min ders didan zarokan ji hêla malbatên wan ve hate valakirin. Ji bo hevjînê min gotinên nexweş dikirin. Dema Îbrahîm ketî girtîgehê keça min 5 salî bû. Dema ji girtîgehê derketî keça min bavê xwe nas nedikir. Ji ber ku nedîtibû.”    'JI RIHAYÊ VENEQETIYA'   Ayhan bal kişand ser hilbijartinên giştî yên 7’ê hezîranê û 1'ê mijdarê ku Îbrahîm Ayhan jî weke parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê hatibû hilbijartin û ev tişt anî ziman: “Îbrahîm piştî bûy parlamenter jî ji Rihayê veneqetiya. Min jê re got; ‘karê te li Enqereyê ye û divê em biçin Enqereyê.’ Wî jî ji min re got; ‘Gelê Rihayê ez hilbijartim lewma cihê min ne Meclis û Enqere ye lê kêleka gelê Rihayê ye.’ Bi gel re bûbû yek. Lewma her kesî pir jê hez dikir. Dema me biryara zewacê dayî, malbata min li dijî me derket. Lê piştî ku Îbrahîm nas kirin, wan jî jê pir hez kir.”    'SEDEM KURDBÛN E'   Herî dawî jî Ayhan wiha got: “Sedema sirgûnkirina Îbrahîm, kurdbûna wî bû. Dema pêvajoya Kobanê dest pê kirî, me Îbrahîm li malê nedidît. Ew jî çû bû ser sînor û li wir kon vegirtibûn. Li ser sînor nobed digirt û di konan de radiza. Her tim li kêleka gel bû. Ji bo me li pey xwe mîrateyek hişt ku ew jî cihgirtina li rex gel bû. Wî ji jiyanê pir hez dikir lê mixabin kêm jiya. Em gelek bêriya wî dikin. Hê jî em hînî mirina wî nebûne. Îbrahîm ne bi keyfî lê ji ber zextan çû Hewlêrê. Li wir jî jiyana xwe ji dest da.”   MA / Mahmût Altintaş