Bişavtin li borega kurd tê ferzkirin 2023-09-19 09:04:56 STENBOL - Hevseroka KAYY-DER'ê Bîlsen Ozdogan diyar kir ku tê xwestin navê borega kurd wekî "kut" bê guherandin û got ku ew ê li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê bitêkoşin.    Komeleya Alîkarî, Pêşxistin û Çandê ya Gêxî, Dep, Xorxol û Çêrmê (KAYY-DER), di 17'ê îlonê de li Beykoza Stenbolê 6'emîn Mîhrîcana Borega Kurd li dar xist. Bi sedan kes tev li mîhrîcanê bûn. Di mîhrîcanê de boreg îkramî mêvanan hat kirin. Di mîhrîcanê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku piştî Darbeya 12'ê Îlonê ya 1980'yî hatiye xwestin ku navê borega kurd wekî "kut" bê guherandin.   Hevseroka KAYY-DER'ê Bîlsen Ozdogan bang kir ku her kes xwedî li kurdî, nasname û çanda kurdî derkeve.    Ozdogan bal kişand ser girîngiya borega kurd û got: "Mûcîdê borega kurd, ji herêma Bîlîce ya Çewligê Mehmet Efendiyê Bîlîceyî ye. Ew, ji ber kesekî şên bûye, wekî 'Rengo Mehmet' hatiye naskirin. Lewma ji bo me pir girîng e."    FERZKIRINA NAVÊ 'BOREGA KUT'   Ozdogan, diyar kir ku ew wekî komele her tim li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê ne û bal kişand ser hewldanên ji bo guherandina navê borega kurd. Ozdogan bilêv kir ku borega kurd ji salên 1890'î ve tê çêkirin û ev tişt gotin: "Ev bera ku em wekî borega kurd dizanin û wê dixwin, di demên dawî de bi navên cuda yên wekî 'borega kut' û 'borega hemal' tê lansekirin. Lê çawa em li dijî çandên xwe yên hatine asîmlekirin têdikoşin, em komele di vî warî de jî xwedî helwest in. Dê têkoşîna me bidome ku ev her wekî borega kurd bê naskirin. Tew me di sala 2018'an de patenta wê jî wergirt. Bi taybetî em ji sala 2016'an ve dixebitin ku gelê me û karsazên ku vê boregê difiroşin ji bo navê wê neyê asîmlekirin tevbigerin."    MÎHRÎCANEKE LI DIJÎ BIŞAVTINÊ    Ji kesên tev li mîhrîcanê bûn Hediye Arda jî destnîşan kir ku divê zarok zimanê xwe yê zikmakî jibîr nekin û got ew tenê ji bo boregê nehatine mîhrîcanê. Ardayê bang li kurdan kurd ku bibin yek û got: "Zimanê xwe jibîr nekin. Divê her kes zanibe em ji ku ne, em ji ku hatine û çi ne."    Zeynep Kûloglû jî ku ristik û zendikên ku wê ew çêkirine anîn mîhrîcanê, bilêv kir ku armanca mîhrîcanê ew e ku çanda wan wind anîbe û bal kişand ser hewldanên ji bo asîmlekirina borega kurd. Kûloglûyê wiha axivî. "Li vî welatî rêz ji bo kedê tune ye. Lewam em dixwazin xwedî li çanda xwe, nasnameya xwe û mafên xwe derkevin."    Kûloglûyê destnîşan kir ku mîhrîcanên bi vî rengî girîng in û got: "Em hene û em ê tim hebin. Zimanê me nasnameya me ye. Têkolîna ji bo azadiya jinê gaveke gelekî xweş e."    MA / Omer Îbrahîmoglû