ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-19 09:00:32       * Di ser qetilkirina Mûsa Anter re 31 sal derbas bûn. Kurê wî Dîcle Anter diyar kir ku lêgerîna wan a ji bo edaletê bi demboriyê hatiye bersivandin û got ku rojnamevaniya Mûsa Anter, rojnamevaniya berxwedanê ye.    * Jineke ku li bi "polîtîkayên şerê taybet" ên li Kurdistanê rastî destdirêjiyê hat û paşê ew kirin sîxur, tiştên hatine serê wê û polîtîkayên tên meşandin gotin.    * Hevseroka KAYY-DER'ê Bîlsen Ozdogan diyar kir ku tê xwestin navê borega kurd wekî "kut" bê guherandin û got ku ew ê li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê bitêkoşin.    * Malbata Yûsûf Nakçî yê di Girtîgeha Xarpêtê ya Hejmara 1'ê de, diyar kir ku ji ber rewşa aborî û nexweşiyan ji bo hevdîtinê nikarin biçe girtîgehê û xwest ku Nakçî sewqî Amedê bê kirin.    * Polîs Ercan Çetîn, gava parêzer bi fermana serokê dadgehê ji hêwana danişînê hatibûn derxistin êrişî Rêveberê Baroya Amedê Parêzer Seyît Riza Karakaş kiribû û heqaret li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren kiribû. Di lêpirsîna der barê polîs Çetîn de biryara "neşopandinê" hat dayîn.    * Lêkolîner û nivîskar Erdogan Aydin ê rapora 2022'yan a YE'yê ya Tirkiyeyê nirxand, diyar kir ku divê li herêmê çareserî pêk were û got, "Heke çareserî pêk were, kurd û tirk wê rehet bibin."   * Hevjîna siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan di 5’emîn salvegera wefata Ayhan de axivî û got: “Gelê wî ji bo wî bi ser malbat û her tiştekî re bû. Xwe fedayî gelê xwe kiribû.”   * Danişîna doza Komkujiya Dedeogûllari dê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê bê lidarxistin. (09.00)   * Danişîna doza derbarê Emîne Şenyaşarê de bi îdiaya “organên dewletê biçûkxistiye” hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye bê lidarxistin. (09.35)   * Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, dê li Meletiyê serdana mexdûrên erdhejê kir. (10.30 - 17.00)    * Danişîna Doza derbarê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midûrê ji Karên Nivîsê Berpirsyar Osman Akin de hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye bê lidarxistin. (10.50)   * Odeya Bijîşkan a Stenbolê dê têkildarî astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê li avahiya odeya xwe ya li Cagaloglûyê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Şandeya Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin di nav de, dê têkildarî serdana xwe ya li Meletiyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. (14.30) ZINDÎ