KCD, DBP û TJA: Ên êrişî KNK'ê kirin êrişî yekîtiya neteweyî dikin 2023-09-18 21:57:24   AMED - KCD, DBP û TJA’yê têkildarî êrişa li dijî nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê hat kirin daxuyaniyek daxuyaniyeke hevapr belav kirin û gotin: "Ên ku êrişî KNK’ê kirin di heman demê de êrişî îradeya yekitiya neteweyî dikin."   Îro di saet 17-00’an de li Hewlêrê bi çekan êrişî avahiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hat kirin. Hat hînkirin ku di êrişê de Nûnerê KNK'ê Denîz Cevdet Bulbun hatiye qetilkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di derbarê êrişê de daxuyaniyek nivîskî parve kir.   Daxuyanî wiha ye:   "Kurdistan kirine navenda komkujiya kurdan. Ev demek dirêj e ku rejîma faşist a Tirkiyê bi her awayî êrişê destkeftiyên gelê Kurd dike, di van êrişan de ti pîvanê nas nake, bi rêya SİHA’yan sivîlan qetil dike, çekên kîmyewî bi kar tîne, hiqûqa navnetewî bin pê dike, sûcê mirovahiyê pêk tîne. Li ser xwîna gelê Kurd dixwaze xeyalên xwe yên Neo-Osmanî pêk bîne. Bi dagirkirina Rojava û Herêma Kurdistanê hewl dide ku bigîhije vê armanca xwe.   SEDEM BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ YE   Ligel pêkanîna ewqas sûcê mirovahiyê û binpêkarina hiqûqa navnetewî, sedema ku îro rejîma faşist êrişên xwe berfirehtir dike piştgiriya PDK’ê û bêdengiya hêzên navnetewî ye. PDK îro li dijî gefên Îranê yên li ser partiyên Rojhilat bêdeng e, dixwaze ciyên ku partiyên Rojhilat vala dikin ji bo dagirkeran bike star û rêyan çêdike, ji bo bercewendiyên xwe statuya Kurdistanê pêşkêşi dagirkeran dike. Li ser statuya Kurdistanê berjewendiyên xwe diparêze. Lewma jî gelê me li her derê van êrişan bi daxuyanî û meşan şermezar kir, Polîs û leşkerên AKP-MHP’ê ji bo ev meş pêk neyên li her derê êrişî gel, dayik û parlamenterên me kir. Yanî AKP-MHP ya faşist bi vê yekê dixwaze şirîkê xwe PDK’ê biparêze.   ÊRIŞÎ ÎRADEYA YEKITIYA NETEWEYÎ DIKIN   Herî dawî îro li Hewlêrê Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) rastî êrişeke çekdarî hat û di encama vê êrişê de nunerê KNK’ê Deniz Cevdet Bulbun hate qetilkirin. Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin, serê malbata Deniz Cevdet Bulbun û sere gelê me sax be. Di vê dema ku Şengal û Rojava di bin êrişan de ne û gelê Kurd li dijî ixanetê meş û daxuyaniyan pêk tîne de ev êriş watedar in. Gelê me li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re bertek nişan dide, doza yekitiya gelê Kurd diparêz e û hewl dide ku ixanetê mehkûm bike. Ên ku êrişî KNK’ê kirin di heman demê de êrişî îradeya yekitiya neteweyî dikin. Ên ku vê êrişê pêk anîne, ji yekitiya gelê Kurd ditirsin û dixwazin pêk hatina yekitiyê asteng bikin. Ên ku ji yekitiyê jî ditirsin hêzên ku berjewendiyên xwe li ser her tiştî digrin in.   RÊ LI BER ŞERÊ NAVXWEYÎ BIGIRIN   Ên ku piştgiriyê didin dagirkeran di heman demê de rê li ber vê êrişê vekirine. Ên ku piştgiriyê didin van êrişan û deskeftiyên gelê Kurd dikin xetereyê wê li ber îradeya gelê me têk biçin. Di vê pêvajoya ku Kurdistan li çar alî ji aliye metîngeran ve hatiye dorpêçkirin de ên ku li şûna ku mil bidin hev bi dagirkeran re şirîkatiyê dikin wê hesap bidin gelê me. Pêşeroja  yên ku bi gelê xwe re ixanetê dikin tarî ye, ciyê yên ku bi gelê xwe re îxanetê dikin rûpelên reş ên dîrokê ye. Em careke din bang li gelê xwe, partî û saziyên Kurdî dikin ku li dijî van êrişan bi ruhê yekitiya netewî bertek nişan bidin û rê li ber şerê navxweyî bigrin."