Argulê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazîkirin 2023-09-18 20:39:02   AMED – Îsmet Argul ku piştî 30 salan duh ji girtîgehê derket, li welatê xwe Bismil a Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin.   Îsmet Argul, di sala 1993’yan de li navçeya Bismilê ya Amedê hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “xerakirina yekitiya dewletê û tevpariya welat” hat girtin. Paşê cezayê muebedê lê hat birîn. Argul piştî 30 salan duh ji Girtîgeha Bandirmayê ya Balikesîrê ya Jimara 2’yan a Tîpa T’yê tehliye bû. Argul, ji hêla malbat û endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TÛHAY-DER) a Amedê ve li welatê xwe Bismilê bi girseyî hat pêşwazîkirin.   Argul di 30 salên girtîgehê de li Amed, Dîlok, Bartin, Kandira û Bandirmayê di girtîgehê de maye.  Argul duh dema ji girtîgehê derket wiha gotibû: “Ez 30 salan di hepsê de mam. Ez bi awayek serbilind ji girtîgehê derketim.”