Girtiyê nexweş Ozalp ji emeliyat bû 2023-09-18 20:05:16   ÎZMÎR - Girtî Yilmaz Ozalpê krîzê li dilê wî xist û ew rakirin nexweşxaneyê û 45 roj in di beşa awarte de tê dermankirin, ji mîdeya xwe emeliyat bû.    Girtî Yilmaz Ozalp (43) ê di Girtîgeha Şakran a Îzmîrê ya Hejmara 1 a Tîpa T'yê de, di 5 Tebaxê de ji ber krîza dil rakiribûn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Çîgliyê. Ozalp 45 roj in di beşa awarte de tê dermankirin û rewşa wî xedar e.   Ozalp ji bo baş bêhnê bistîne di 22'yê Tebaxê de ji qirika xwe emeliyat bûbû û ji bo karibe dermanên vîtamînê bixwe, diviyabû ji mîdeya xwe jî emeliyat bibe.   Ozalp duh ji mîdeya xwe emeliyat bû. Îdrîs Ozalp ku îro li nexweşxaneyê serdana birayê xwe kir ragihand ku birayê wî duh ji mîdeya xwe emeliyay bûye û got: "Niha ne li ser hişê xwe ye. Bijîşkan ji me re got, êdî hûn dikarin li malê tedawiya wî bidomînin. Lê pêdiviya birayê min bi alîkariya me heye. Her wiha ji ber ku hişê wî ne li sera ye, divê hin amûr bên stendin. Ji bo vê jî pêdivî bi rapora bijîşk heye."