Nasnameyên 3 YBŞ’iyên di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dayîn hate eşkerekirin 2023-09-18 11:09:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Nasnameyên 3 fermandarên YBŞ’ê yên di êrişa bi SÎHA’yan a li Serdeştê jiyana xwe ji dest dayîn eşkere bûn.    Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî nasnameya sê fermandarên xwe yên ku di roja yekşemê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dayîn eşkere kir. YBŞ’ê da zanîn ku di êrîşa hewayî de ji fermandarên wan Xalid Reşo Qasim (Dîndar Avesta), Raîd Hecî Ferho (Pîran Pîr) û Kemal Îlyas Biro Elî (Çiya Feqîr) jiyana xwe ji dest dane.    Cenazeyên her sê fermandarên YBŞ’ê ji Saziya Tipa Edlî ya Misûlê hatin wergirtin û îro di danê sibehê de anîn Şengalê. Piştî wecîbeyên olî, cenaze birin Nexweşxaneya Xanesorê.    Fermandarên YBŞ’ê dê li “Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan” bên oxirkirin.