Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bi xeta xiyanetê bawer nebin’ derket 2023-09-18 09:38:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 196’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bi xeta xiyanetê bawer nebin” derket.   Hejmara 196’an a rojnameyê Xwebûnê bi manşeta “Bi xeta xiyanetê bawer nebin” derket. Rojnameyê, di hejmara xwe ya vê hefteyê de zêdetir cih da çalakiyen “jin, jiyan, azadî” ku piştî kuştina Jîna Emînî di serî de li Îranê û li hemû welatên cîhanê belav bû. Rojnameyê vê hefteyê bi Endamê Meclisa PJAK’ê Ehwan Çiyako re hevpeyvîn kir. Çiyako, di nirxandinên xwe de bêtir li ser felsefeya “Jin, jiyan, azadî” radiweste, vê berxwedanê weke şoreşeke fikrî û zihnî dinirxîne û li dijî gefên Îranê vê hişyariyê bo partiyên rojhilatî dike: “Pişta xwe nedin xiyanetê.”    Di surmanşeta rojnameyê de cihekî berfireh da kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) a ku di 15’ê îlonê de bi dirûşma “Em bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve Dimeşin’ daye destpêkirin. Kampanya, di serî de tecrîd, li dijî qirkirina xweza û jinan û polîtîkayên şerê taybet hatiye destpêkirin û dê heta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bidome.    Rojnameyê di binmanşeta xwe de jî cih da nûçeya Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî. Cizîrî der barê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya HSD’ê de nirxandin kir û diyar kir ku operasyon li dijî planên hikûmeta Şamê, dewleta tirk komên girêdayî Îranê hatiye lidarxistin.    Di rûpela rojevê ya vê hejmarê de nivîsa nivîskar Felemez Ulug derdikeve pêş. Ulug, di nivîsa xwe de li ser komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radiweste û dibêje: “Hêzên pêşengiya komployê dikirin ji bo li herêmê berjewendiyên xwe biparêzin û têkdana hevsengiya heremê, di çarçoveya komploya navdewletî de hewl didin Tevgera Azadiya Gelê Kurd jî bêbandor bikin.”