Amedspor ji Aksaraye bi serkeftî vegeriya 2023-09-17 20:38:32   AMED - Amedspor a di Koma Lîga 2'yemîn a TFF'ê de têdikoşe, di lîstika hefteya 4'emîn de 2 gol avêt 68 Aksaray Belediyesporê û bi 3 puan vegeriya.    Amedspor û 68 Aksaray Belediyespor ku di Koma Lîga 2'yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de têdikoşin, îro li stada Aksaray hatin miqabilî hev. Amed spor bi 2-1'an Aksaraysporê têk bir.    Li dijî Amedsporê destpêka hefteyê êriş û gefên nijadperest hatibûn destpêkirin. Heta ku îro maç pêk hat ev gef berdewam kirin. Beriya maçê sirûda "Olurum Tirkiyem, ez bimirim Tirkiyeya min" hat vekirin. Lê Amedsporê li dijî van hemû gef û êrişên nijadperest 90 deqîqe li sehê li dijî Aksaraysporê seknek serkeftî nîşan da. Di beşa ewil a maçê de tu tîmê gol neavêt.    Di beşa duyemîn a maçê de Amedsporê bandora xwe nîşan da û bi ser ket. Kaptanê tîmê Gokhan Aslan di deqîqeya 68'an de golek avêt. Aksaraysporê jî di deqîqeya 77'an de golek avêt û maç bû 1-1. Lê Amedspor di deqîqeya 86'an de penaltiyek bi dest xist û Gokhan Alsan gola duyemîn avêt û skorê kir 2-1. Amed spor rikberê xwe têk bir û bi 3 puan vegeriya.    Amedspor puanê xwe derxist 10'an û Aksarayspor jî di 5 puanan de ma.    Hefteya bê Amedspor wê di seha xwe de bi Îskenderûnsporê re bileyîze.