Di xwepêşdanên li Rojhilat û Îranê de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin 2023-09-17 19:00:50       WAN - Li Îranê û rojhilatê Kurdistanê di çalakiyên salvegera qetilkirina Jîna Emînî de daketin qadan bi êrişên polîsan re rû bi rû man û herî kêm 700 hatin binçavkirin.    Duh li bajarên rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê bi hezaran kes ji bo qetilkirina salvegera yekemîn a Jîna Emînî şermezar bike, daket kolanan. Di serî de li bajarên rojhilatê Kurdistanê û li gelek bajarên Îranê hat zanîn ku polîsan êrişî çalakiyan kiriye û herî kêm 700 kesî kirine binçavan. Hat diyarkirin ku malbatên binçavkiriyan xwestine derbarê binçavkirinê de agahî werbigirin lê agahî nedane wan.    Hat ragihandin malbatên li Tahranê li ber qereqolê rawestiya bûn bi êrişa hêzên rejîmê re rû bi rû man û di êrişê de gelek kes birîndar bûn.