Helîkopterek kete nav ava bendavê 2023-09-17 09:50:03 ÎZMÎR - Helîkoptera ku mudaxileyî şewata daristana li navçeya Menderesê dikir kete nav ava bendavê.  Helîkoptereke agirkujiyê duh dema li navçeya Menderes a Îzmîrê ji bo vemirandina şewata daristanê ji Bendava Tahtaliyê av digirt, kete ava bendavê. Ji 4 kesên di helîkopterê de kesek hate xelaskirin her sê kesên din winda ne. Xebata lêgerînê yên ji bo 3 kesên winda berdewam dike.    Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yûmakli daxuyand ku helîkoptereke agirkujiyê kete nav ava bendavê. Wezîr Yûmakli di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Di 16’ê îlonê de li navçeya Menderes a Îzmîrê têkiliya me ya bi helîkoptereke me ya agirkujiyê re ji saet 23.53’yan ve qut bû. Li gorî lêkolînên me; hat diyarkirin ku helîkopterê dema ji bendavê av digirt ketiye nav ava Bendava Tahtaliyê. Ji bo rizgarkirinê, tîmên me yên cendirmeyan, emniyete, parastina bendavan, AFAD û ÛMKE hatine peywirdarkirin. Heya niha ji çar kesên di nava helîkopterê de kesek weke sax hatiye rizgarkirin û xebatên lêgerînê yên ji bo rizgarkirina sê kesên din berdewam dikin.”