Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê dan: Divê kurd li dijî îxanetê rabin 2023-09-17 09:03:05   RIHA - Dayikên Aştiyê yên Rihayê bertek nîşanî hevkariya PDK ya bi Tirkiyeyê re û êrişên li dijî HPG'ê dan û gotin ku divê gelê kurd li dijî vê "îxanetê" rabe.    Êrişên Tirkiyeyê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK berdewam dikin. Di encama êrişan de ku zêdetirî salek e berdewam dikin gelek leşkerên Tirkiye hatin kuştin û armanca ku Tirkiye dixwest pêk nehat. Tirkiye ji bo êrişên xwe li herêmê berfireh bike hevkariya xwe û PDK'ê hê xurttir kir. Tirkiye bi destê PDK'ê li herêmên şer ji bo bi wesayitên lêşkerên xwe derbas bikin rê da çêkirin û peşmergeyên PDK'î jî wekê cerdevanên xwe bi kar tîne. Herî dawî jî di 24'ê tebaxê de Wezîrê Karên Hûndir ê Tirkiyeyê Hakan Fîdan serdana Irak û başûrê Kurdistanê kir. Piştî hevdîtina PDK'ê û Fîdan hevkariyên wan ên li dijî PKK jî hê zêdetir bûn. PDK ku hevkariya êrişên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî PKK'ê dike di 14'ê îlonê de rasterast tev li şerê Tirkiyeyê li dijî PKK'ê bû. Peşmergêyên PDK'ê di 14'ê îlonê de li Gewriya Zînê ya Goşînê êrişî mevziyên gerîlayên HPG'ê kir. Li ser vê êrişê gerîlayên HPG'ê jî bersiv da pêşmergeyên PDK'ê û di encamê de di navbera pêşmergê û gerîlayan de şer derket.    Piştî van geşedanan saziyên sivîl, partiyên kurd û aktivîstan bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dan û li dijî vê yekê bi sedan kes li Silopiya Şirnexê çalakiya meşê li dar xist. Bertekên li dijî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û êrişên wê yê li dijî gerîlayên HPG'ê dikin. Dayikên Aştiyê yên Rihayê ku kiryarên PDK'ê wekî "îxanetê" pênase kirin bang li kurdan kirin ku li dijî van kiryarên PDK bi yek helwestê rabin ser pêyan.    'BARZANÎ JI BERÊ VE ÎXANETKAR E'    Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz (52) bi lêv kir ku malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî li dijî kurdan şer dike û wiha got: "Em ji malbata Barzanî re dibêjin êdî bes e ev îxaneta te. Barzanî ne li dijî PKK'ê li dijî hemû kurdan e. Anku yan xwîna kurdan di wî de tune ye yan jî ji xwe re jî îxanetê dike. Em Dayikên Aştiyê şer naxwazin. Şerê birakujiyê jî qet naxwazin. Em ji Barzanî re dibêjin êdî bes e. Divê gelê kurd jî li dijî vê îxaneta rabin ser pêyan. Barzanî ji berê ve îxanetkar e. Hemû bazirganiya wî bi Tirkiyeyê re ye. Ji bo li dewlemed bibe û ji bo peran xuna kurdan dirêjîne. Li dijî vê yekê divê kurd jî bi bertek bin."    'KURDAN BI DESTÊ KURDAN DIDE KUŞTIN'   Dayika Aştiyê Adalet Çay (63) jî der barê mijarê de anî ziman ku Tirkiye kurdan bi destê kurdan dide kuştin û wiha pê dê çû: "Xwîna kurdan di Barzanî de tune ye. Heke kurd bûna ev îxanet li gelê xwe nedikir. Îro dewleta tirk başûr hemû dagir kiriye, li wir qerekol ava kirine. Ev jî ji bo berjewendiya xwe ya malbatî hevkariya dewleta tirk dike. Îro lêşkerên dewleta tirk nikare bi gerîla re şer bike ev jî ji dewleta tirk re rê ve dike û li dijî gerîla şer dike. Bila Barzanî ji xwe bipirse ev zarokên tên kuştin kurd in, ez jî kurd im. Lê em wî weke kurd qebûl nakin heke kurd bûna, kurd qetil nedikir. Çekên kîmyevî li ser daristan û xwezaya Başûr dikin ev qet nafikirê nabêje çawa ez bi wan re hevkariyê dikim. Rûmet bi wî re tune ye. Yanî sibe dû sibe êrişî wî bikin dîsa em ê biêşin. Dewleta tirk kurdan bi kurdan kuştin dide ev jî dikevin xefika wan."   Çay di berdewamiya axaftina xwe de Çay destnîşan kir ku aloziyên heyî girêdayî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro tecrîdeke giran li ser Serokatî heye. Ev tecrîd bandor li me hemûyan dike. Heke îro tecrîd li ser Serokatî tune bûna ev qas zarokên me jî nedimirin. Ev şerê birakujî jî nedibû. Ev qas zilm jî li ser girtiyên me nedihat meşandin."   'BARZANÎ KURDAN QETIL DIKE'   Dayika Aştiyê Emîne Yaşar (73) jî kiryarên PDK'ê wekî dijminatiya li dijî kurdan pênase kir û wiha bertek nîşan da: "Heke hevkariya Barzanî nebûna dewleta tirk nedikarî ev qas êrişî kurdan bikin. Barzanî kurdan qetil dike. Yên ku kurdan qetil dikin ne kurdin. Tirkiyê peran dide Barzanî ev jî ji bo wan pereyan kurdan qetil dike."   'DIVÊ KURD RABIN SER PÊYAN'   Dayika Aştiyê Fatma Akbaş (59) jî diyar kir ku divê gelê kurd bi yek dengî li dijî hevkariya PDK'ê rabe ser pêyan û wiha got: "Em kurd vê îxanetê qebûl nakin. Ev zarokên ku bi destê Barzanî tên qetil kirin zarokê me ne. Bavê Barzanî jî îxanetkar bû bi xwe jî îxanetkar e. Êdî em şerek çebe jî em nikarin bêjin şerê birakujiyeyê. Ji ber ku Barzanî ne kurd e û em wî qebûl jî nakin. Em Barzanî nikarin weke kurd pênase bikin. Ji bo berjewendiyên malbatî Başur hemû teslîmî tirkan kiriye. Divê gelê kurd li dijî malbata Barzanî yek bertek bin û vê yekê şermezar bikin."      MA / Ceylan Şahînlî - Mahmût Altintaş