Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin 2023-09-16 15:12:40 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê diyar kir ku tevî girtiyê nexweşê giran Saît Gurkan ê 30 sal in girtî ye cezayê lê hatiye birîn xelaskiriye jî bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê berdana wî 6 mehan hate taloqkirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 599’emîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F’yê” ku her hefte bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, li ber avahiya komeleyê pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweşê giran Saît Gurkan ê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tê ragirtin. Di daxuyaniya ku gelek parazvanên mafên mirovan û malbatên girtiyên nexweş tevlibûn de pankartên “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Saît Gurkan were berdan” hate hilgirtin û her tim dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” , “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” berzkirin.    Daxuyaniya vê hefteyê endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran xwend.    ‘BERDANA 313 GIRTIYAN HATE ASTENGKIRIN’    Onaran, bal kişand ku ji sala 2021’an ku Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê ketine meriyetê û vir ve, lijne li dijî girtiyên siyasî cihekariyê dike, mafê girtiyên siyasî yê “berdana bişert” taloq dike û wiha got: “Li gorî rapora ÎHD’ê ji sala 2021’an û vir ve herî kêm berdana 313 girtiyan 3 mehan û 6 mehan hatin taloqkirin. Ji girtiyên ku berdana wan hatin astengkirin 88 ji wan di lîsteya me ya di girtiyên nexweş de ne ku 42 ji wan girtiyên nexweşên giran in.”   ‘GIRTIYÊ NEXWEŞÊ GIRAN GURKAN NAYÊ BERDAN’    Onaran diyar kir ku Saît Gurkan ê li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tê ragirtin, tevî ku gelek nexweşiyên wî hene jî berdana wî ji aliyê desteyê ve tê astengkirin û wiha berdewam kir: “Li bendê bûn ku Gurkan ê 51 salî ji ber nexweşiya xwe û bi armanca dermankirinê bê berdan, lê di 22’yê tîrmeha 2023’yan de 30 sal cezayê wî qediyabû jî serbest nehat berdan. Bi rapora 'rewşa baş' a ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareyê ve bi hinceta 'poşmanî nîşan nedaye û îfadeyên nediyar bi kar aniye' berdana wî 6 mehan hat taloqkirin.”   Onaran, bi lêv kir ku divê Gurkan û hemû girtiyên din ên nexweşên giran bên berdan û got: “Ji bo mafê tenduristiyê û jiyanê were parastin, em rayedaran vedixwînin peywîrê û banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”