Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn? 2023-09-16 12:11:38 STENBOL - Yek ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz ku çalakiya wan a vê hefteyê hate astengkirin, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û ev pirs kir: “Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?”   Dayikên/Mirovên Şemiyê yên her hefte bi daxwaza aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin û faîl bên darizandin li Qada Galatasarayê tên bahev çalakiya xwe ya 964’emîn li dar dixin. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara “binpêkirinê” daye jî çalakiya Dayikên Şemiyê bi hinceta biryara “qedexe” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê 24 hefte ye tê astengkirin. Polîsên vê hefteyê jî bi hinceta “qedexeyê” destûr nedan çalakiyê, hemû kolanên navberê ku derdikevin qadê bi bariyeran girtin.   Ji bilî Dayik/Mirovên Şemiyê Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Umît Efe, parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Heval Bozdag û gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiya vê hefteyê bûn.    ‘HÛN KAREKÎ DERVEYÎ QANÛNÊ DIKIN’    Dayik/Mirovên Şemiyê bûn du kom û ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Komek ji Cadeya Îstîklalê ber bi Qada Galatasarayê ve meşiya. Dayik/Mirovên Şemiyê ku xwestin ber bi qadê ve bimeşin, li ber qadê hatin dorpêçkirin. Malbatên ku hatin dorpêçkirin bertek nîşanî biryara qedexeyê û dorpêçê dan. Yek ji malbata windakiriyan Masîde Ocak, biryara AYM’ê bi bîr xist û wiha got: “Ev qas hesane ku biryareke AYM’ê ji nedîtî ve bê? Hûn karekî derveyî qanûnê dikin. Hûn çima evqas mirovan û dikandaran aciz dikin. Çi hewce ye ku hûn ev qas polîsan li vir kom bikin? Hûn ne tenê mafên me mafên herkesê asteng dikin.”   Dayika Mûrat Yildiz ê di sala 1995’an de di bin çavan de hate windakirin, Hanîfe Yildiz jî wiha got: “Min kurê xwe daye, kurê xwe dixwazim. Aqûbeta kurê min ji min re aşkere bikin. Hûn bi xwe qanûnan binpê dikin. Em gazinker in heta dawiyê gazinker in. Dema em mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn? Ez zarokê xwe dixwazim. Evqas zilm bes e!”   BINÇAVKIRINA KELEMÇEYA TERS   Kesên hatin dorpêçkirin qûrnefîlên di destên xwe de rakirin û rewş protesto kirin. Di vê navberê de balkêş bû ku polîsan qûrnefîlên di destên Dayikên Şemiyê de bûn wergirtin û avêtin erdê. Polîsan Dayik/Mirovên Şemiyê, Eren Keskîn û Umît Efe di nav de gelek kes binçav kirin.