Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin 2023-09-16 09:02:56   AMED - Dadgehê der barê Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş de biryara beraetê da. Di sedema beraetê de, dadgehê ji bo îdiaya ku komeleyê girêdayî rêxistinê ye got: "Hatiye fêmkirin ku ne komeleyeke ku di bin banê PKK'ê de hatiye avakirin."   Ji ber îfadeyên kesê bi navê Ecevît Yildiz ku ji ber ku hevjîna wî ya dixwest dev jê berde tevlî xebatên Komeleya Jinan a Rosayê bûye û îfadeyên şahidekî veşarî, der barê endam û rêveberên komeleyê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di doza der barê endama lijneya rêvebir a komeleyê Elîf Tîrneç Îpek Ûlaş de, dadgehê biryara beraetê da.   Dadgehê sedema biryara xwe ya beraetê eşkere kir. Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê delîlên heyî nirxand û guh li şahidê veşarî "ZS35SN58UV52PG10" kir. Dadgehê diyar kir ku beyanên şahidê veşarî ne şênber in û got: "Ji bo xalên di beyanên şahidê veşarî de hatine destnîşankirin, tu delîl bi dest neketine."    Dadgehê di biryara xwe de got: "Di qeyda şopandinê de û di dokumanên hatine bidestxistin de hatiye fêmkirin ku komele di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin û ne berdewam wê ye."    Piştî eşkerekirina sedema biryara beraetê Dozgeriya Komarê ya Amedê jî ji bo xerakirina biryara beraetê serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê da.