Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan 2023-09-16 09:02:36   AMED - Habîbe Yilmaz, xwişka girtiyê nexweş Abdulkadîr Yilmaz ê ji ber nexweşîna xwe li nexweşxaneyê tê dermankirin, xwest ku birayê wê bê berdan.    Abdulkadîr Yilmaz, di sala 2008'an de li Wanê bi birîndarî hat binçavkirin û hat girtin. Li Yilmaz du caran cezayê muebeda girankirî hat birîn. Yilmaz ku gava hat girtin 28 salî bû, heya sala 2010'an li Wanê ma. Paşê Yilmaz sewqî Erziromê û ji vir jî sewqî Tekirdagê hat kirin. Yilmaz ku 2 salan li Tekirdagê ma, sewqî Girtîgeha Edîrneyê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê hat kirin. Yilmaz piştî 4 salan jî sewqî Girtîgeha Bodrûmê ya Tîpa S'yê hat kirin. Piştî ku cezayê Yilmaz hat pesendkirin, ew xistin hucreya yekkesî. Yilmaz ku di girtîgeheke dûrî malbata xwe d eye û ji sala 2010'an ve bi tena serê xwe di hucreyekê de ye, ji ber pirsgirêkên derûnî sewqî Girtîgeha Nexweşînên Ruh û Dmegargiriyê ya Bakirkoyê hat kirin.    Malbata Yilmaz li Farqîn a Amedê ye. Malbat ji bo Yilmaz li derve bê dermanankirin serî li saziyên mafên mirovan û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan (TÛAY-DER) da.    MALBATA XWE NAS NAKE   Habîbe Yilmaz ragihand ku birayê wî hatiye wê astê ku êdî ferdên malbatê nas nake û got ku beriya sewqî Nexweşxaneya Bakirkoyê bê kirin, ne pir xirab bû. Yilmazê ev tişt gotin: "Derûniya wî ne ew qasî xirab bû. Gava ez di sala 2021'ê de çûm cem wî, 10 gardiyanan bi zorê ew zevt kirine û bi derziyê ew dane sekinandin. Ji roja sewqî Bodrûmê hatiye kirin min ew nedîtiye."    Yilmaz bilêv kir ku birayê wê ji 1'ê Nîsanê ve sewqî Nexweşxaneya Nexweşînên Ruh û Demargiriyê ya Bakirkoyê hatiye kirin û got: "Mehek berê birayekî min çûbû, lê ew nas nekiribû. Axivîbû, lê paşê rewşa wî xirbatir bûbû. 2 hefte berê xwişka min çû cem wî, xwişka min jî nas nekiriye. Pirs jê pirsî ne lê bersiv nedaye. Kesî nas nake. Rewşa wî pir xirab e, xwişka min digot ew digiriya."   Yilmaz xwest birayê wê bê berdan û got: "Tenduristiya birayê min ji bo domandina girtinê ne guncav e." Yilmaz ji bo piştgiriyê bang li rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê kir.