ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-16 09:00:06     * Aktîvîsta mafên jinan Sara Aktaş diyar kir ku "Jin jiyan azadî" veguheriye tevgereke hevpar a jinan û got ku yê ev felsefe çêkiriye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û yê pêk aniye jî jina kurd e.    *  Dadgehê der barê Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpekê de biryara beraetê da. Di sedema beraetê de, dadgehê ji bo îdiaya ku komeleyê girêdayî rêxistinê ye got: "Hatiye fêmkirin ku ne komeleyeke ku di bin banê PKK'ê de hatiye avakirin."   * Habîbe Yilmaz, xwişka girtiyê nexweş Abdulkadîr Yilmaz ê ji ber nexweşîna xwe li nexweşxaneyê tê dermankirin, xwest ku birayê wê bê berdan.    * Aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan anî ziman ku dê bi kampanyaya "Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" hevdîtinên bi hezaran jinan re bikin û got: "Em ê tecrîdê rakin û rê nedin polîtîkayên şerê taybet."    * Hevalên hunermendê kurd Beytocan ku 4 roj beriya niha çû ser dilovaniya xwe, destnîşan kirin ku Beytocan hunermendekî afirîner bû û di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye.    * Li Amed û Êlihê çalakiyên “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” bên lidarxistin. (11.00-12.00)   * ÎHD, dê li gelek bajaran ji bo Dayikên Şemiyê daxuyaniya piştevaniyê bide. (12.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta zarokên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û faîl bên darizandin dê çalakiya xwe di hefteya 964’emîn de li dar bixin. (12.00)   * Bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî ya li Îranê dê li Wan, Amed, Stenbol û Îzmîrê çalakî bên lidarxistin. (13.00-18.30)   * ÎHD ji bo balê bikişîna ser rewşa girtiyên nexweş dê li Enqere û Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)   * Di pêşengtiya KCD’ê û DBP’ê de dê li bajarokê Tilqebîn ê girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê têkildarî êrişên li ser başûrê Kurdistanê meşek bê lidarxistin. (16.00) ZINDÎ