ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin 2023-09-15 16:14:14   AMED - ÎHD'ê xwest ku girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê ku bûne navenda "hejmariya li ser pêyan, îzolasyon, lêgerîna tazî û muameleya xirab û tecrîdê", bên girtin.    Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) "Rapora Girtîgehên Girtî yên Ewlehiya Bilind û Tîpa S"yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand. Daxuyan li avahiya ÎHD'ê ya Şaxa Amedê hat dayîn. Gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê ÎHD a Şaxa Amedê û Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî Ercan Yilmaz daxuyanî da. Yilmaz got ku bi guherandina navên girtîgehên tîpa F'yê û girtîgehên ewlehiya bilind armanc bêtir tecrîdkirina girtiyan e.    Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî Nûray Çevîrmen û Endamê Lijneya Rêveber a ÎHD a Şaxa Amedê Yûsûf Erdogan raporê eşkere kirin.    JI 19 GIRTÎGEHAN 155 SERÎLÊDAN   Çevîrmenê bilêv kir ku rapor li gor nameyên girtiyan, serlêdanên malbatan û hevdîtinên bi parêzeran re hatiye amadekirin û got: "Di sala 2022 û sala 2023'yan de têkildarî binpêkirinên mafan ji girtîgehên Tîpa S'yê 57 serlêdan û ji girtîgehên ewlehiya bilind 98 serlêdan û bi giştî ji 19 girtîgehan 155 serlêdan hatine kirin."    Çevîrmenê diyar kir ku li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehên ku di 1'ê Hezîrana 2023'yan de eşkere kirine, bi giştî 19 Girtîgehên Girtî yên Ewlehiya Bilind û 7 Girtîgehên Girtî yên Tîpa S'yê hene."    Çevîrmenê binpêkirinên mafan bi vî awayî rêz kirin:   “* Kesên cezayê muebeda giran û muebedê li wan hatiye birîn û kesên cezayên demborî li wan hatine birîn û piraniya girtiyan di hucreyên yekkesî de û pir kêm kes ji wan jî di odeyên 3 kesî de tên ragirtin.    * Li van girtîgehan li gel kesên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn, kesên cezayê muebedê li wan hatiye birîn, kesên cezayê dmeborî li wan hatine birîn û kesên darizandina wan hê jî didome dimînin.    * Li her qatê girtiyên ji dosyeyên cuda tên darizandin tên ragirtin.    * Ji girtiyên nexweş û girtiyên astengdar hin jê jî li odeyên yekkesî tên ragirtin û ev jî dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê.    * Girtî ji bêgavî kincên xwe li odeyên xwe dişon û ziwa dikin. Di hundirê odeyekê de serşo, daşir û qada jiyanê hene. Ev çendî rê li ber nexweşînan vedike.    PACE HATINE GIRTIN   * Paceyeke tenê ya odeyan heye û ew jî bi têlan hatiye girtin. Ev jî nahêle hewayeke paqij bikeve hundir û dibe sedema nexweşînan. Ji bo ev têl bên rakirin li girtîgehên hejmara 1 û hejmara 2'yan ên Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê girtî dest ketibûn greva birçîbûnê.    * Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S'yê girtiyan xwestiye têlên li ber pencereyan bên rakirin. Ji ber ku nehatine rakirin girtiyan ew rakirine. Ji ber vê li 7 kesan de 2 mehan cezayê qedexekirina hevdîtinê hatiye birîn.   * Li Girtîgeha Sîncan a Hejmara 1'ê der barê girtiyan d eku têlên li ber paceyan rakirin doz hatine vekirin.    * Li her girtîgehê girtî rojê tenê saetekê yan jî saet û nîvê derdikevin hewadariyê. 22 saet û nîv an jî 23 saetên mayî jî li cihekî yekkesî derbas dikin. Li Girtîgeha Eregliyê gava girtî diçin hewadariyê nîzama leşkerî li wan hatiye ferzkirin û meşa li ber dîwar li wan hatiye ferzkirin. Her wiha gava girtî biçin werzîşê, wê rojê nikarin biçin hewadariyê.    FERZKIRINA NÎZAMA LEŞKERÎ   * Gava girtî ji modlê dertên ji wan tê xwestin ku pêlavên xwe derxin û gava diçin cihê hevdîtinê an jî werzîşê nîzama leşkerî li wan tê ferzkirin.    * Li girtîgehên ewlehiya bilind û Tîpa S'yê dema hevdîtinên vekirî li gor înîsyatîfa îdareya girtîgehê tê diyarkirin; an 30 deqe an jî saetek.    * Ên dixwazin hevdîtinên girtî bikin, 6 hejmarên dawî yên hejmara nasnameya TC'yê wekî hejmara telefonê bi kar tînin û hevdîtin tên tomarkirin.    DESTÛRÊ NADIN ÇAPEMENIYA MUXALIF   * Li van girtîgehan qenalên TV'yan ne li gor daxwazên girtiyan li gort daxwazên îdareyê tên diyarkirin. Li girtîgehan destûra temaşekirina qenalên wekî Halk TV, Arti TV, Tele-1'Ê nayê dayîn. Her wiha girtî nikarin Meclis TV'yê jî temaşe bikin.    * Weşanên radyoyê jî bi awayekî navendî tên kirin û ji ber vê radyoyên girtiyan nadin wan.    * Destûra Rojnameya Yenî Yaşam, Evrensel û rojnameyên muxalif yên din nayê dayîn.    * Wekî girtîgehên din li girtîgehên ewlehiya bilind û Tîpa S'yê jî lêgerîna tazî tê ferzkirin.    * AHevdîtina bi rêya telefonê ya bi malbatê re heftê tenê 10 deqe ye û girtiyên siyasî nikarin sûdê ji mafê hevdîtina bi dîmen bigirin.    * Kamera li gor qadên jiyanê yên girtiyan bibînin hatine bicihkirin.    * Li girtîgehan pirtûk jî bi awayekî sînorkirî tên dayîn. Mesela li Girtîgeha Sîncanê her girtiyek tenê dikare 18 pirtûkan li cem xwe bihêle; ferheng û pirtûkên dersan jî di nav deç Li Girtîgeha Xarpêtê girtî tenê dikarin 7 pirtûkan li cem xwe bihêlin. Li Girtîgeha Manavgatê ya Tîpa S'yê jî girtî tenê dikarin 5 pirtûkan li cem xwe bihêlin.    * Li Girtîgeha Eregliyê girtî 2 hefteyan carekê tenê saetekê dikarin biçin werzîşê.    * Li girtîgehên hejmara 1 û hejmara 2'yan ên Amedê girtî mehê saetekê tenê dikarin tevî 3 kesên li heman odeyê biçin werzîşê. Gava biçin werzîşê wê rojê nikarin biçin hewadariyê.    * Li gelek girtîgehan gava girtî bixwazin wêneyan bigirin, wênegirtina bi tena serê xwe tê ferzkirin û li hin cihan jî tenê destûra 3 kesan tê dayîn ku bi hev re wêne bigirin.    LI GIRTÎGEHA ÎDIR A TÎPA S'YÊ ÎŞKENCE   * Li girtîgehên Tîpa S'yê şert û mercên tecrîdeke giran heye û bi vê tecrîdê mafê jiyanê tê binpêkirin. Girtiyê bi navê Hogir Batû, gava sewqî Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê tê kirin, rastî îşkenceyê û muameleya xirab hatiye. Ji bo vê serî li komeleya me daye. Her wiha malbatên girtiyên bi navê Sezer Aslan û Sînan Kaya yên bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan jî, bi îdiaya berpirsên mirina zarokên wan îdareyên girtîgehê û gardiyanan serî li komeleya me dan.    * Li Girtîgeha Sîncanê ya Hejmara 2'yan jî girtî ji ber ku çûna hewadariyê ya bi tena serê xwe li girtiyan hatiye ferzkirin, girtî ketine greva birçîbûnê û piştî daxwaza wan hatiye qbeûlkirin greva xwe bi dawî kirine.    * Li Girtîgeha Sîncanê ya Hejmara 1'ê jî Nedîm Ozturk, ji ber şert û mercên tecrîda girankirî ketiye greva birçîbûnê û di roja 139'an a greva birçîbûnê de daxwaza wî ya ji bo sewqî hatiye qebûlkirin û sewqî girtîgeheke din hatiye kirin.    * Li Girtîgeha Sîncanê ya Hejmara 1'ê Huseyîn KAraoglan ji bo girtîgehên ewlehiya bilind û Tîpa S'yê bên girtin, cezayên dîsîplînê bên betalkirin û sewqî girtîgeheke ku hevalên wî lê ne bê kirin, di 11'ê Îlona 2023'yan de dest bi greva birçîbûnê bêdem û bêdorveger kiriye.    * Gava girtî ji girtîgehê sewqî yeke din tên kirin pirtûkên wan, kovarên wan, ajanda û qoliyên wan tên desteserkirin û xebatên wan ên bi kurdî, nivîsên wan û gotaêrn wan nadin wan.    * Fatûreyên ceryanê zêde tên. Fiyetên eşyayên li kantînên girtîgehn pir biha ne û pir tişt li wan tune ne. Xwarina tê dayîn nebaş e û hindik e û carinan hin cism ji nav wan dertên.   * Daxwaza girtiyan a ji bo revîrê dereng tê bersivandin û di dema çûna nexweşxaneyan de jî cotkelemçe li destan tê xistin û di dema muayeneyê de kelemçe nayên vekirin.    * Girtiyên enxweşîna wan giran û nikarin bi tena serê xwe di girtîgehêd e bimînin jî di odeyên yekkesî de dimînin.    BILA GIRTÎGEHÊN EWLEHIYA BILIND Û TÎPA S'YÊ BÊN GIRTIN   Yûsûf Erdogan jî beşa nirxandinê û encamê ya raporê xwend. Erdogan destnîşan kir ku girtîgehên wekî hucreyan zirarê didin yekpareyiya ruh û bedenê û bandoreke nebaş li jiyana mirov dikin û wan ji azadiyê bêpar dikin. Erdogan got ku ev girtîgeh di heman demê de rêbazeke cezakirinê ne jî.   Erdogan ku got "cezayê girtîgehê kes ji azadiyê bêpar dihêle" û got ku ne pêkan e ku mirov tecrîda ku girtî rastî wê tên di warê hiqûqî de rave bike. Erdogan ji bo vê îşaret bi xala 17/1 a Destûra BIngehîn kir û got: "Divê Girtîgehên Ewlehiya Bilind, Tîpa S'yê û Tîpa F'yê bên girtin û ji bo girtî bi awayekî mirovan jiyana xwe bidomînin, şert û mercên bên vesazkirin. Her wiha divê mafê jiyan û mafê tenduristiyê yê girtiyan bê parastin."