Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan 2023-09-15 13:32:26 OSMANIYE - Rêvebera Rêxistina HDP’a Osmaniyeyê ya berê Leyla Gunana ku bi hinceta parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hatibû binçavkirin, hate berdan.    Duh serê sibê rêvebera Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Osmaniyeyê ya berê Leyla Gunana bi hinceta parvekirinên xwe yên ser medyaya dîjîtal bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin. Gunana piştî karûbarên îfadeyê yên li miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin. Gunana piştî îfadeyên li dozgerî û Dadgeha Cezayê Sûlh bi şertê kontrola edlî hate berdan.