Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm 2023-09-15 11:07:36 AMED - Rojnameger Abdurrahman Gok di danişîna ewil a duh li Amedê hate lidarxistin de nehat berdan. Gok, ji bo piştevaniya heyî spasî kir û wiha got: “Ji ber biryara dadgehê gelek şaş bûm. Dema min piştevaniya li eywanê dîtî li ser navê rojnamegeriyê gelek keyfxweş bûm.”    Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik de derheqê 216 kesan de biryara binçavkirinê dabû. Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok jî di çarçoveya lêpirsînê de hatibû binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna ewil a dozê duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Parlamenter, nûnerên rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û gelek rojnameger û welatî tev li danişînê bûn. Dadgehê biryar da ku di danişîna din de li şahid Umît Akbiyik were guhdarîkirin, dosyaya Gok a li Dadgeha Bilind were xwest û biryara domandina rewşa girtî da. Rojnameger Gok, birin Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê û bi rêya parêzerê xwe peyama spasiyê şand.     'ROJNAMEGERÎ SÛC NÎNE’   Gok, got ku li ku derê dibe bila bibe dê rojnamegeriyê bidomîne û ev tişt anî ziman: “Ez piştast bûm ku dê biryara domandina rewşa girtî were dayîn. Lewma ez ji ber vê biryarê şaş nemam û xemgîn nebûm. Dê ev bêhiqûqî heta demekî bidomin lê dema min piştevaniya li eywana danişînê dîtî, bi navê rojnamegeriyê keyfxweş bûm. Piştevaniya li eywanê, amadebûna dostên hêja ya li eywanê hesta ku rojnamegeriyeke rast dikim hîn xurtir kir. Li ku bim jî dê her tim heqîqetê biparêzim û di çarçoveya rêgezên xwe de rojnamegeriyê bikim. Spasiya we tevan dikim. Dest û lingên we sax bin. Rojnamegerî sûc nîne. Lêgerîna heqîqetê dê bidome.”