Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn 2023-09-15 09:04:42 ŞIRNEX - Mela Ebubekir Dayan di sala 1994'an de ku çû emniyetê û careke din venegeriya. Hevjîna wî Saadet Dayan ku bi salan aqûbeta hevjînê xwe pirsî û wiha got: “Hevjînê min 80 kîlo bû. Di nava 12 rojan de daket 40 kîloyan. Ji mirovbûnê derxstibûn. 2 zarokan tabûta wî rakirin û anîn.”    Dewleta tirk di salên 1990'an de li Kurdistanê di bin navê “ewlehiyê” de bi hezaran gund şewitand û vala kir. Zext li gel kir ku bibin cerdevan û yên ev zexte qebûl nekirin jî bi darê zorê ji gundên wan koçber kir. Bi salan polîtîkayên qetilkirin, tunekirin û îmhakirinê domiyan. Ji 1980'an heta 1990'an zêdetirî 30 hezar kurd hatin qetilkirin, 2 milyon kes jî hatin koçberkirin. Hêj niha jî bi hezaran dayik, zarok û hevjîn li xizmên xwe yên windakirî digerin. Li hinek malan hêj jî şîn heye û birînên 30 salan nehatine dermankirin.    JI EWIL HEVJÎNA WÎ Û PIŞTRE JÎ EW QETIL KIRIN   Yek ji qurbaniyên vê wehşeta dewletê jî Mela Ebûbekîr Dayan ê 25 salî bû. Dayan ji gundê Cirehî yê Hezex a Şirnexê bû. Dewletê, di sala 1980’an de gund bi darê zorê vala kir. Dayan, wê demê dibistan dixwend û piştre ji dibistana Îmam Xetîbê mezûn bû. Malbata Dayan, ji ber nasnameya xwe ya welatparêziyê her tim di hedefa dewletê de bû. Piştî mezûnbûnê, Dayan bû kadroyê Serokatiya Karên Diyanetê,  zewicî û ji ber peywira xwe berê xwe da navçeya Cizîrê. Li Mizgefta Mishefa Reş a Cizîrê dest bi meletiyê kir. Lê li vir jî bû hedefa dewletê û di sala 1991'an de hawanek li mala wan ket. Di êrişê de hevjîna wî jiyana xwe ji dest da û ew bi xwe jî bi giranî birîndar bû.    BI ÎŞKENCEYÊ HATE QETILKIRIN   Dayan, bi salan piştre dîsa zewicî û melatiya xwe ya li Cizîrê domand. Hêzên tarî yên dewletê her roj gefên kuştinê li Dayan dixwarin. Di rojeke sala 1994’an de polîsan bangî Dayan kirin û çû emniyetê. Lê ji wê rojê heta niha tu agahî ji Dayan nayên girtin. Piştre hate zanîn ku Dayan 13 rojan hatiye îşkencekirin û hatiye qetilkirin.    JI BER ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ CENAZEYÊ HEVJÎNÊ XWE NAS NEKIR   Hevjîna Dayan, Saadet Dayan tevî zarokê xwe yê sê mehî bi rojan li hevjînê xwe geriya û jê re hate gotin ku birine nexweşxaneyê. Dayan jî bi hêviya ku hevjînê xwe bi sax û silametî bibîne, berê xwe dide nexweşxaneyê. Lê polîs pêşî lê digirin û jê re dibêjin ku “hevjînê te krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye.” Dayan, bi vê gotina polîsan qaneh nabe û dixwaze cenazeyê hevjînê xwe bibîne. Dema Dayan li cenazeyê hevjînê xwe dinihêre, ji ber şopên îşkenceyê nas nake. Lê piştre bi nîşaneya ser rûyê wî derdixîne ku kesê bi îşkenceyê hatiye qetilkirin hevjînê wê ye. Tiştên Dayan ên weke qerta peywirê, nasname, saeta dest a cemidî, şixarte, qayiş, destmal, kom û selpak radestî malbatê hatin kirin. Bi ser qetilkirina Mela Ebûbekir Dayan re 32 sal derbas bûn lê hêj jî faîlên wî nehatine girtin û darizandin.    Saadet Dayan (50) ku di heman demê de yek ji Dayikên Şemiyê ye, serpêhatiya qetilkirina hevjînê xwe ji ajansa me re vegot.    ‘JI HER KESÎ PIRSA WÎ DIKIRIN’    Dayan (50), diyar kir ku her tim gefên mirinê li hevjînê wê dihatin xwarin û wiha got: “Ebûbekîr wextekî melayê Mizgefta Mem û Zînê bû. Piştre bû melayê Mizgefta Mishefa Reş. Rojekê hate malê î rewşa wî baş xuya nedikir. Min sedema wê jê pirsî. Ji min re got; ‘Min leşkerî nekiriye û dê dewlet min bişîne leşkeriyê.’ Got; ‘tu here cem dayika xwe heta ez ji leşkeriyê vedigerim.’ Dîsa piştre çû mizgeftê, hat û ji min re got; ‘Îro du polîsên sivîl pirsa min kirine.’ Polîsan ji miezînê mizgeftê re gotine,' Ebûbekîr Dayan tu yî?' wî jî gotiye; ‘ez nînim.’ Heta salekê jî her roj pirsa wî ji her kesî dikirin.”   ‘ÇÛ EMNIYETÊ Û ÊDÎ VENEGERIYA’   Bi domdarî Dayan anî ziman ku hevjînê wê rojekê ji bo civîna li miftîtiyê çûye û wiha domand: “Lê zêde nema û vegeriya. Min sedema vê jê pirsî. Lê bi min re neaxivî. Piştre got; ‘polîsên sivîl pirsa min ji miftî kirine.’ Rojekê çû ji wan kesên pirsa wî ji derdorê dikin re got; ‘hûn çi ji min dixwazin?’ Polîs jê re dibêjin; ‘were emniyetê deh deqîqeyan karê te heye.’ Piştî wê çûnê min êdî nedît. Ji min re teblîxat şandin û gotibûn dê 15 rojan di bin çavan de bimîne û piştre sewqî dadgehê were kirin. Bi hevjîna xwe ya din re birîndar bûbû, parçeyên şarapnalê hêj di laşê wî de bûn û nedikariya emeliyat bibe. Piştî çûy emniyetê êdî nema karî vegere.”   HEKE TIŞTEK LAZIM BE BIBÊJE EZ BÎNIM JI BER KU DIBE ÊDÎ VENEGERIM..   Di berdewamê de Dayan da zanîn ku wê demê kurê wê sê mehî bû û wiha qala wê pêvajoyê kir: “Beriya biçe emniyetê ji min re got; ‘Heke tiştek bo malê lazim bibêje ez bi xwe re bînim. Dibe ku biçim û êdî venegerim. Min tiştek nekiriye lewma natirsim lê belê ne diyare ev dê çi bikin.’ Min jê re got; ‘zarok nexweşe heke te bikariya şirûbek bianiya dê baş bûya.’ Ji min re got; ‘heke ez heta saet 2’yan ez nehatim malê, bizane ku ez hatime girtin.’ Saet bû 2:00. Zavayê me hate malê û di destê wî de şûrûb hebû. Got; ‘Ebûbekîr gotiye heke ez neyêm vê radestî malê bike.’”   ‘JI BER ÎŞKENCEYÊ MIN JÎ HEVJÎNÊ XWE NAS NEKIR’    Dayan, destnîşan kir ku hevjînê wê li emniyetê bi îşkenceyê hate qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya girtina xwe ji min re gotibû; ‘heke ez hatim girtin parêzerekî bigire.’ Bi binçavkirina wî re tu derî neman ku min lê nexistî. Lê min peyda nekir. Bi ser binçavkirina wî re 12 roj derbas bûn û di roja 13’an de agahî ji min re hat. Ji nasên me re gotin; ‘yên Ebûbekir dipirsin bila biçin nexweşxaneyê.’ Ez çûm nexweşxaneyê. Nexweşxane di bin dorpêçê de bû. Hemû hêza leşkerî û polîsan di hewşê de bûn. Ez çûm cem peywirdarekî nexweşaneyê û min jê re got; ‘Gelo çi girtiyên birîndar anîne nexweşxaneyê?’ Ji min nav û paşnav pirs kir. Min agahî dan û li wir sekinîm. Piştre polîsan bangî min kirin. Jin min re gotin; ‘serê te sax be, hevjînê te krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.’ Min jî jê re got; ‘tiştekî wisa tune ye’ û bi ser hişê xwe ve çûm. Kesê cenazeyê hevjînê min şûştî, hevalê wî bû. Hevalê xwe şûştiye lê nas nekiriye. Îşkenceyeke mezin lê hatibû kirin. Min jî nas nekir. Min bi nîşana li ser rûyê wî nas kir. Wan bi xwe cenaze û ev tiştên wî dan min lê piştre gotin; ‘me hevjînê te nedîtiye.’”    'ZAROKAN DARBESTA WÎ RAKIRIN’   Dayan, got ku heta cenaze anîn gund û defin kirin jî torosên spî ew dişopandin û axaftina xwe wiha qedand: “Ez niha jî bawer nakim ku ew cenazeyê wî be. Di 12 rojan de bi îşkenceyê ew mirov ji mirovbûnê derxistibûn. Tenê hestî û çerm mabû. Mirov digot qey ji gorê derxistibûn. Ji bo sedema pirsînê çûbû emniyetê û gotibû; ‘ez memûr im û ez ê biçim bipirsim û werim.’ Lê çû û êdî venegeriya. Bi saxî û çû cenaze ji min re şandin. Min hevjînê xwe di 94’ê de winda kir. Ji wê rojê heta niha dibêjim aştî. Hêj îro jî mirov tên windakirin. Em Dayikên Şemiyê ne. Dixwazin faîl bên dîtin. Her roj berê min li derî ye û dibêjim; dibe ku were. Ez îro dibêjim ew cenaze ne cenazeyê me bû. Çima? Ji ber ku min nas nekir. Hevjînê min 80 kîlo hebû. Di 12 rojan de bûbû 40 kîlo. 2 zarokan tabûta wî rakirin û anîn. Kesekî nekarî xwedî li cenazeyî derbikeve. Heta ku zimanê min hebe, ez ê bibêjim 'faîl li ku derê ne?' Heta ku ez sax bim ez ê jibîrnekim. Ev şer sed salên din jî bidome dê dawiya wê her aştî be.”    MA / Zeynep Durgut