Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye 2023-09-15 09:04:11 ŞIRNEX - Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Mesut Nart bêdengî û xemsariya li dijî qirkirina xwezaya Botanê rexne kir û got: “Pîvana welatparêziyê ya esas xwedî derketina wan daran e. Divê ku em ji hişmendiya 'ez’ê derbikevin. Ev hişmendî ne aîdî me ye, ev aîdî pergalê ye. Xwedî derketina xwezayê erka her welatpareziyekî ye."    Li herêmên Besta, li çiyayê Gabar, Cûdî û Cilênimêja yên bi ser Şirnexê ve birîna daran ku di bin çavdêriya leşkeran de bi destê cerdevanan hatiye destpêkirin, didome. Herêmên ku her 15 rojan carekî ji aliyê Waliyê Şirnexê ve şêniyên herêmê re tê qedexekirin, cihek ku nehatibe kolandin nîn e. Li gorî rapora ku Baroya Şirnexê amadekiribû li herêmê tenê di heft mehan de hebûna qadên daristanê sedî 8 hatiye kêmkirin. Herêma ku talana xwezayê lê didome qadên nû ji birîna daran re tên vekirin. Li herêma Besta 37, li Cûdî 28 û li Gabar jî di bin navê lêgerîna petrolê de ji birîna daran re qadên nû tên vekirin. Di nava rojê de bi dehan kamyonên darên kevnare barkirî dibin derveyî bajêr.    Herêmên ku bêdar û daristan tê hiştin bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne. Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Cizîrê Mesut Nart der barê talana li ser xwezaya herêmê tê kirin de axivî.    TÊKOŞÎNA HEVPAR    Mesut Nart diyar kir ku di bin navê 'ewlehiyê' de xwezaya herêmê bi giştî tê tunekirin û wiha got: “Talankirina xwezaya Botanê mirov nikare tenê bi birîna daran bigire dest. Heke ku mirov têkiliya şerê li Botanê û Kurdistanê bi talankirina xwezayê re li ber çavan negire, dê pirsgirêk nayê çareserkirin. Beriya niha ji aliyê partiya me ve meş hatin lidarxistin, daxuyanî hatin dayîn. Têkoşîna ku li dijî vê pergalê û hişmendiya talanker tê dayîn divê ku bi girseyî bê dayîn. Bi têkoşîneke hevpar encax em dikarin vê talanê bidin sekinandin. Li Çiyayê Cûdî cihê ku nehatiye kolandin, talankirin nema ye. Îro xwezaya vê herêmê tê tunekirin. Rêveberên bajêr ê îktîdarê bi hevalbendên xwe talankirina xwezayê kirine karê rantê. Di bin navê ewlehiyê de xwezayê talan dikin. Dibêjin ku, 'em tenê darên derdora qereqol dibirin' lê belê wî sînorî derbas dikin û li qadên berfireh daran dibirin. Bi hevalbendên xwe û cerdevanên xwe ve talanê didomînin. Êdî rewş hatiye asteke wisa ku gelek welatiyên ku darên wan tên birîn bûne hevalbendên wan."   'LI DIJÎ QIRKIRINA XWEZAYÊ DENG DERXISTIN ERKA HER KESÎ YE'   Nart bêdengî û xemsariya li hemberî talankirina xwezayê rexne kir û wiha domand: “Piştî ku di hilbijartinê de ev encam derket êrişên xwe yên li ser xwezaya herêmê zêdetir kirin. Li dijî vê bertek nîşandan, têkoşîndayîn divê ku ne tenê bi partiya me ve sînordar nemîne. Divê ku li dijî vê birîna daran saziyên demokratîk ên herêmê, mezinên herêmê û partiyên siyasî destê xwe bidin hev û têkoşîneke hevpar bidin meşandin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka DBP'ê, HDP'ê û Partiya Çepên Kesk e. Birîna daran û talankirina xwezayê bandorê li ser her mirovekî herêma me dike. Nefesa me hemûyan tê birîn. Ew dar îro li wir tên birîn em ê li vir bênefes bimînin. Divê ku gelê Botanê li dijî vê derbikeve. Li dijî qirkirina xwezaya herêmê deng derxistin erka me hemûya ye. Heke ku em li dijî vê dernekevin siberoja me di xetereyê de ye. Divê ku em nebêjin, ‘zerar nagihîje me bila bibirin'. Ev ne rêbazek dirûst e. Heta ku em hemû xwe ji vê xwezayê berpirsyar nebînin em ê di têkoşîna xwe de jî lawaz bimînin. Heke ku îro li ber çavên me darên me bên birîn û şewitandin, em dengê xwe dernexînin divê ku em li xwe û însanetiya xwe binêrin. Pîvanê welatparêziyê xwedî derketina av, ax û xwezayê ye."   'HEVSENGIYA XWEZAYÊ XERA KIRIN’    Mesut Nart bertek nîşanî bêçalakbûna li dijî qirkirina xwezayê da û wiha got: “Li herêmê qadên bi dar nehatine hiştin. Heke ku ev şer neyê sekinandin êrişên li ser xwezaya me jî dê bidomin. Pîvana welatparêziyê ya esas xwedî derketina wan daran e. Divê ku em ji hişmendiya ji 'ez’ê derbikevin. Ev hişmendiye ne aîdî me ye, ev aîdî pergalê ye. Ew fikriyata ku pergalê daniye divê ku em ji wê re xizmet nekin. Ev pergal dibêje, ‘heke ku tu xwe tenê bifikirî mafê te yê jiyanê heye, lê tu bi giştî, xelkê xwe û axa xwe bifikirî mafê te yê jiyanê tunê ye'. Ji bo ku ev hiş, ev aqil pêşve bikeve bi her awayî civakê ditirsînin û di nava civakê de tovên 'ez’ê direşînin. Îro li Cizîrê gundiyê ku bi cîranê xwe re pirsgirêk nekişîne nîn e. Dema ku mijar dibe erdê wan dikarin hevdû bikujin. Lê dema ku dewletê desteser kir xwe bêdeng dikin. Me ji civakbûnê dûr dixe. Xwezaya me kirine mijara bazirganiyê. Welateke bêxweza çawa dibe ku mirov têdê bijî. Îro bi hezaran mirov li ser vê axê dijîn. Hevsengiya xwezaya Botanê xera kirin. Rewşa hewayî, cihê avê guherandin e. Yê ku daran dibirin, yê ku diçin li kanên komiran dixebitin perçeyek ji vê talanê ye. Heta niha li dijî qirkirina li ser xwezaya Botanê bernameyeke bi bandor nehatiye amadekirin. Her kesî berê xwe da Akbelenê. Çima? Çimkî di hêla ewlehiyê de ew der bi ‘ewletir’ e. Ev nêzîkatiyeke şaş e. Li dijî birîna daran û talana xwezayê çavê xwe girtin, guhê xwe girtin nayê qebûlkirin. Em bi xwe jî hatine wê astê. Hesasiyata ku tê xwestin nayê nîşandin. Heke ku em hemû nebin yek û xeta têkoşîna hevpar ava nekin, em ê encamên xurt jî bi dest nexin."