ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-15 09:00:17       * Serokê Meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Ferhan Hec Îsa ku di berxwedana dîrokî ya Kobanê de cih girtiye, got: "Banga seferberiyê ya Rêber Apo Kobanê rizgar kir."   * Mûrat Aslanoglû ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, behsa 30 salên xwe yên li girtîgehê kir û gotina Seyîd Riza bibîr xist û got: “Ji min re gotin ‘Tu poşman î?’. Min nikarî bi dek û dolabên we, ev yek ji bo min bû derd. Lê min jî li ber we çok nedana, bila ev jî, ji we re bibe derd.”   * Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz bertek nîşanî cezayê ku li kujerê Mehmet Ûytûnê 18 mehî hat birîn da. Yilmaz bal kişand ser polîtîkayên bêcezakirinê û got ku daraz kujerên zarokên kurd diparêze.   * Esnafên bazarê diyar kirin ku ji ber krîza aborî êdî nikarin tu karî bikin û gotin ku dê ji bêgavî kargehên xwe bigirin.    * Kurdên li Stenbolê, diyar kirin ku dixwazin zarokên wan bi zimanê zikmakî bên perwerdekirin û doza perwerdehiya bi kurdî kirin.    * Ma Musicê hem wek mala xwe dibînin hem jî kargeh û navenda wan muzîkê ye. Hem li Ma Musicê fêr bûn hem jî niha bi sedan şagirtan fêrî muzîkê dikin. Armanca wan mezin ew e ku zarokên kurd bêmuzîk û bêstran nehêlin.    * Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Mesut Nart bêdengî û xemsariya li dijî qirkirina xwezaya Botanê rexne kir û got: “Pîvana welatparêziyê ya esas xwedî derketina wan daran e. Divê ku em ji hişmendiya 'ez’ê derbikevin. Ev hişmendî ne aîdî me ye, ev aîdî pergalê ye. Xwedî derketina xwezayê erka her welatpareziyekî ye."    Mela Ebubekir Dayan di sala 1994'an de ku çû emniyetê û careke din venegeriya. Hevjîna wî Saadet Dayan ku bi salan aqûbeta hevjînê xwe pirsî û wiha got: “Hevjînê min 80 kîlo bû. Di nava 12 rojan de daket 40 kîloyan. Ji mirovbûnê derxstibûn. 2 zarokan tabûta wî rakirin û anîn.”    * Danişîna doza derbarê çawişê pispor M.T. de têkildarî Sertîp Şen ê dema pezê xwe diçerand di encama guleyên ji herêma leşkerî hatin avêtin di sala 2019’an de li Geverê jiyana xwe ji dest da hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliye were lidarxistin. (10.00)   * TJA dê kampanyaya xwe ya “Em bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve Dimeşin!” li Mala Mevanan a Yildiz Saray a Rihayê ragihîne. (11.00) ZINDÎ   * DBP dê têkildarî geşedanên li Herêma Kurdistana Federe li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya li Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê dê “Rapora xwe ya Girtîgehên Ewlehiya Bilind û Girtîgehên Tîpa S” li şaxa xwe ya Amedê aşkere bike. (12.30)   * Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, dê serdana gundiyên ji bo Daristana Akbelen a li navçeya Mîlas a Mûglayê li ber xwe didin bike. (14.00)