Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin 2023-09-14 13:15:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirine û piştre jî pevçûn derketiye.    Piştî hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê bi çekên giran sewqî herêma Sîdekanê hatin kirin, îro di saetên serê sibehê de pevçûn derket. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); hêzên PDK’ê li Gewriya Zînê ya li qada Goşînê êrişî mewziyên HPG’ê kir. Piştî bersiva HPG’ê jî li herêmê pevçûn derket.    Hat zanîn ku rageşiya li herêmê berdewam e.