Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin 2023-09-14 13:04:54 STENBOL - Komeke dixwest li ser Çemê Merîçê ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê bibe, ji hêla leşkeran ve hate gulebarankirin.    Komeke dixwest li ser Çemê Merîçê ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê bibe, ji hêla leşkeran ve hate gulebarankirin. Yek kesên di nava komê de Rûken Varol ji ajansa me re dîmen şand û diyar kir ku di nava çem de mane.   Varol, da zanîn ku hin kesên di nava komê de ku jin jî di nav de ne winda bûne û aqûbeta wan nayê zanîn. Varol got ku nizanin dê çibikin û banga alîkariyê kir.