Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan! 2023-09-14 10:26:10   KOCAELÎ - Hat zanîn ku polîsan girtina Nesrîn Akgul dîmenên mizansen girtin e.    Nesrîn Akgul ku di sibata 2022’yan de ji Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F’yê hat berdan, duh sibehê li Kocaeliyê bi hinceta erêkirina cezayê ku ji dosyayeke din dane wê hat girtin. Piştî ku biryar ji hêla dadgehê ve hate xwendin, Akgul şandin Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan.    POLÎSAN DÎMENÊN MÎZANSEN GIRTIN E    Hat zanîn ku dema ku Akgul hatiye binçavkirin ji aliyê polîsan ve dîmenên wê yê mîzansen hatine girtin. Hat diyarkirin ku Akgul bi kelemçekirina ji pişt ve birine Midûriyeta Polîsan a Kocaeliyê û edliyeyê, piştî dîmen hatine girtin, kelemçeyê vekirine.    Akgul bertek nîşanî vê sepanê dide û dibêje, “Hûn dixwazin çi bikin? Ez nereviyam e. Jixwe hema bêje cezayê min li ber qedandinê ye. Ev titşa hûn dikin teşhîrkirin e.” Hat diyarkirin ku polîsan jî ji Akgul re gotiye, “xerabî û başiya reklamê nîne.”