Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê 2023-09-14 09:32:55 RIHA - DAIŞ'a ku li Kobanê derbeke giran xwar, çendî di warê erdnîgariyê de ji holê hatibe rakirin jî, lê hê jî bi piştgiriya Tirkiye û gelek welatên din xwe dide der.    DAIŞ, bi şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re ku di sala 2011'an de dest pê kir, li seranserê cîhanê bû cihê tirseke mezin. Lê gava di sala 2014'an de êriş bir ser bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rastî berxwedaneke mezin hat. DAIŞ ku di sala 2013'an de bi El-Nûsrayê re bû yek, bajarê Felluce yê Iraqê, Reqayê û Mûsilê di demeke kurt de dagir kir. DAIŞ ku di 3'yê Tebaxa 2013'an de êrişî Şengalê kir, gelek êzdî qir kirin û bi hezaran jin revandin û ew li bazarên koleyan firotin.    Di çileya 2014'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî Efrîn, Cizîr û Kobanê "Xweseriya Demokrarîk" hat ragihandin. DAIŞ, piştî êrişa Şengalê di 15'ê Îlona 2014'an de ji sê milan ve êriş bir ser Kobanê ku di nava her du kantonan de ye. DAIŞ ku bi vê êrişê xwest şoreşa gelan bifetisîne, hewl da vî bajarê biçûk di demeke kin de bi dest bixe, lê rastî berxwedaneke gelek mezin hat. Berxwedana bi mehan a gelê Kobanê, dawî li DAÎŞ'ê ku bûbû tirsa mirovahiyê, anî.    Piştî bangawaziya ji bo seferberiyê, enternasyonalîstên ji welatên cuda jî di nav de bi hezaran mirov berê xwe dna sînor. Ji kesên hatin sînor hin ji wan tevî hemû çekên giran ên DAIŞ'ê jî sînor derbas kirin û çûn Kobanê. Kesên li Kobanê li ber xwe dan, kesên li sînorê Kobanê yê li Pirsûsê bûn xelek, ew silav kirin û her çû berxwedan mezintir bû.    BANGA ABDULLAH OCALAN   Hin geşedanên girîng ên ji 15'ê Îlona 2014'an, roja destpêka êrişên DAIŞ'ê heya 26'ê Çileya 2015'an azadkirina Kobanê, rû dane ev in:    22'yê îlonê: Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan got, "Ketina Kobanê, ketina hemû Kurdistanê ye. Divê her kes li gor vê rastiyê tevbigere" û ji bo yekitiyê û jiyanê bang li gelê kurd kir ku xwe birêxistin bike û têkoşîna xwe xurt bike. Abdullah Ocalan bilêv kir ku Kobanê mifteya çareserkirina meseleya kurd e. Piştî vê peyamê kurdên li hemû beşên Kurdistanê berê xwe dan Kobanê. Kurd, di şexsê Kobanê de ji bo xwedîderketina li kurdbûyîn û Kurdistanê bûne yekdeng.    26'ê îlon: Bi hezaran kesên li ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kom bûn, têlên li ber deriyê sînor rakirin û kom bi kom çûn Kobanê.    1'ê cotmehê: Di dîmenên ÎMC TV'yê de, hat dîtin ku DAIŞ'î di bin rayên trênê de derdikevin û diçin kozikên xwe.    7'ê cotmehê: Bi deh hezaran kesên ku li hemberî xetereya komkujiyê ber bi sînor ve meşiyan, li seranserê sînor kom bi kom li gundan bi cih bûn û nobed girtin.    ERDOGAN: HA KET HAT KET!   7'ê cotmehê: Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan li Dîlokê di axaftineke xwe de, têkildarî Kobanê bi kîn û nefret axivî û got, "Kobanê ha ket ha ket." Piştî van gotinan li gelek bajaran bi hezaran kes daketin kuçe û kolanan û ev yek protesto kirin. Di navbera 6-8'ê Cotmehê de li gel êrişên çekdarî yên polîs û leşkeran ên li protestoyan, di pevçûna bi endamên HUDA PAR'ê 46 kes jiyana xwe ji dest dan.    31'ê cotmehê: Hêzên pêşmergeyan ên di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de ji Herêma Kurdistana Federe hatin û 3 rojan li sînor hatin sekinandin, ji bo biçin Kobanê di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbas bûn.    1'ê Mijdarê: Di Roja Kobanê ya Cîhanê de, bi hezaran kes li gundê Mehserê ji bo Kobanê nobed girtin.    6'ê mijdarê: Di dema çalakiya xeleka mirovan a hunermendan de, aktivîsta Platforma Azadiya Civakî û Xwendekara Lîsansa Bilind a Zanîngeha Marmarayê Kader Ortakkaya (28) ji ber êrişa bi bomeyên gazê û çekan jiyana xwe ji dest da.    3'yê kanûnê: Hêza duyam a pêşmergeyan ku ji 150 kesan pêk dihat jî ji bo li Kobanê piştgiriyê bide YPG/YPJ'ê çû Kobanê.    XWE RADESTÎ TARÎTIYÊ NEKIR   19'ê çile: Piştî belawelakirina DAIŞ'ê li cihên herî stratejîk, li Girê Miştenûrê alaya YPG'ê û wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin.    26'ê Çile: Li Kobanê ku xwe radestî tarîtiyê nekir, di dawiya berxwedana 134 rojan de çokên DAIŞ'a ku bûbû tirsa cîhanê, hat şikandin û bajar hat azadkirin.    TIRKIYE JI BER TÊKÇÛNA DAÎŞ'Ê NERIHET BÛ   Berxwedana Kobanê di 8 salên dawî de bû mijara bi dehan gotar, nûçe û belgefîlman û çîrok, fîlm û pirtûkan. Piştî Kobanê DAIŞ li bajarên din jî gav bi gav hat têk birin. Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Baxozê ku cihê dawî yê di destê DAIŞ'ê de jî azad kir, DAIŞ di warê erdnîgarî de têk çû. Li cihên ku ji DAIŞ'ê hat xalîkirin gel bi stratejiya "Rêya Sêyem" di bin banê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi hev re dest bi avakirina jiyaneke nû kirin. Destkeftiyên kurdan ku DAIŞ'ê têk birin, Tirkiyeyê nerehet kir. Ji ber vê ji bo planên xwe yên ku nikaribû bi destê hêzên paramîlîter ên wekî DAIŞ û El Nusrayê pêk bîne, vê carê bi hêzên paramîlîter ên wekî OSO-SMO'yê û bi xwe pêk bîne.    Tirkiye û hêzên paramîlîter ên ku Cerablûs, Ezaz û Babê bi dest xistin, di 20'ê çileya 2018'an de êrişî Efrînê kirin û bajar serobino kirin. Bi sedan sivîl hatin revandin, îşkence li wan hatin kirin û aqûbeta bi dehan sivîlan jî nediyar e. Tirkiye û hêzên paramîlîter, piştî Efrînê di 9'ê Cotmeha 2019'an de êriş birin ser Serêkaniyê û Girê Spî û li van bajaran jî bûn sedema bi sedan sivîlan. Liv û tevgera Tirkiyeyê ya ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê e êrişên DAÎŞ'ê jî zêde kirin. Çendî DAIŞ di sala 2019'an de bi awayekî erdnîgarî têk çûbe jî, lê îro bi piştgiriya Tirkiye û gelek dewletan car din bi liv û tevger bûye.    SIBÊ: Serokê Meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Ferhan Hec Îsa ku di berxwedana Kobanê de cih girtiye, behsa berxwedana 134 rojan kir.    MA / Emrullah Acar