Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe 2023-09-14 09:07:37   WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, vê carê jî mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe.    Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, beriya hilbijartinên herêmî mal û milkên şaredariyê difiroşe. Meclisa bi fermana qeyûm hatiye diyarkirin, ji bo qada navborî biryara xebata fîzîbîlîteyê kir. Berî 10 roj di ser vê biryarê re derbas bibin, qeyûm daxuyand ku dê di 19'ê îlonê de ji bo qadeke 5 hezar û 600 metrekare îhaleyê çêbikin. Di dauxyaniyê de bedêla îhaleyê wekî 36 milyon TL hatiye diyarkirin. Her wiha diyarkirin ku fîrmaya ku îhaleyê bigire dikare pereyê xwe bi 6 texsîtan bide.    DIKANAN DIFIROŞE   Şaredariyê 11 dikanên di hundirê Vanpark AVM'yê de jî dan ber firotinê. Îhale dê di 26'ê îlonê de bi usûleke sergirtî bê kirin. Dikanên ku berê çend caran ji bo wan îhale hatin çêkirin, kesî ew nekirî bûn. Ji lew re AVM'ya heyî du sal in naxebite û girtî ye. Ji bo dikanan jî 183 milyon TL hatiye diyarkirin.    213 HEZAR METREKARE TÊ FIROTIN   Rêveberiya qeyûm berê jî li navçeya Artemêtanê ji bo firotina bi hezaran donim erdî karbidestî xistibû destê meclisa tayinkirî. Şaredariyê ji bo 77 erse û 213 hezar û 457 metrekare erseyên li taxên Eskîcamî û Yenîcamiyê îhale çêkirin. Îhaleyên van erseyan dê di 20-21'ê îlonê de bên çêkirin. Ji bo van erseyan 800 milyon TL fiyet hatiye diyarkirin.    MA / Rûken Polat