Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin 2023-09-14 09:01:07   AMED - Dadgeha Îstinafê, 7 sal û 9 meh cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şehrîban Zûgûrlî hatibû birîn, xera kir.    Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê, bi hinceta tev li çalakiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), protestokirina qeyûman û merasîma cenazeyan û şînan bûye û bertek nîşanî êrişa kesên ku li ber HDP'ê êriş biribûn ser endamên partiyê daye, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "astengiya li ber peywirê" 7 sal û 9 meh ceza li Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şehrîban Zûgûrlî birîbû. Zûgûrlî bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Îstinafê dabû. Daîreya Ceza ya 2'yan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê, biryar da ku cezayê ku li Zûgûrlî hatiye birîn "li dijî hiqûqê" ye û ew xera kir.    Îstinafê di biryara xwe de diyar kiriye ku beşdarbûyîna merasîma cenaze bi tena serê xwe ne sûc e û nehatiye tespîtkirin ku Zûgûrlî bi biryara rêxistinê tevlî çalakiyan bûye yan na. Her wiha Dadgeha Îstinafê ji bo bertaka Zûgûrlî ya li hember êrişa kesên li ber HDP'ê hatine rûniştandin jî diyar kiriye ku peywira polîsan nehatiye astengkirin.    Dadgeha Îstinafê bi sedema "vekolîneke kêm" û "li dijî hiqûqê" ceza xera kir û dosyeyê car din ji Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê re şand.