Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir 2023-09-13 16:33:11   ENQERE - Parêzer Erdal Kûzû di Doza Kobanê de bal kişand ser têkiliyên dozger Yuksel Kocaman ên bi mafyayê re ku dema Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bû lêpirsîn bi rê ve dibir û wiha got: “Ev doz bi lêpirsîna kesekî di nava mafyayê de bi rê ve dibir, hatiye meşandin.”   Rûniştina sêyemîn a danişîna 32’yemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê  berdewam kir.    Danişîn piştî navbera hate dayîn bi parastina parêzerên siyasetmedara kurd Gulser Yildirim berdewam kir.    ‘LÊKOLÎNA MECLISÊ DÊ CIHÊN TARÎ DERXÎNE HOLÊ’     Parêzer Azat Yildirim ê ewilî mafê axaftinê wergirtin bi bîr xist ku têkoşîna YPG’ê li dijî DAIŞ’ê da wê serdem ji aliyê desthilatê ve hate nasîn. Yildirim, diyar kir ku dewletê di wê serdemê de YPG weke “rêxistina terorê” penase nedikir û wiha got: “Heta ku dema hevserok û endamên HDP’ê hatin binçavkirin jî YPG weke ‘rêxistina terorê’ nedihate penasekirin. Di vê çarçoveyê de qanûn nikare bi paş ve were sepandin. HDP’ê wê demê li dijî DAIŞ’ê li ser beşeke sivîlan tevli çalakiyan bibin tweetek avêtiye. Li vir qala tundiyê nehatiye kirin. Çalakî mafek e. Lêkolînkirina Meclisê wê hin noxteyên tarî derxîne holê. Di bûyeran de herî zêde endamên HDP’ê zirar dîtine û jiyana xwe ji dest dane.”   DARIZANDINEKE OBJEKTÎF   Yildirim, bal kişand ser îdianame û mutaalayê û gotina Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû ya “Ez eniya kesên li Kobanê li ber xwe didin maç dikim” bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Heke li aliyekî van bûyeran HDP hebe, li aliyê din jÎ dewlet heye. Walî destûr da ku Asya Abdullah bikeve Tirkiyeyê. Em çima qala darizandineke siyasî ya yek alî dikin. Ji ber ku darizandineke objektîf nayê kirin. Rayedarên dewletê ku di bûyerên Kobanê de cih digirin di vê dosyayê de nînin. Ev jî nîşan dide ku ev îdianameyeke kêm e û divê bê redkirin. Rewşeke li dijî rêgeza wekheviyê ya li pêşiya hiqûqê heye.”   ‘LÊPIRSÎN KESEKÎ DI NAV MAFYAYÊ DE BI RÊ VE BIR’    Parêzer Erdal Kûzû yê pişt re mafê axaftinê wergirt jî bal kişand ser têkiliyên dozger Yuksel Kocaman ên bi mafyayê re ku dema Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bû lêpirsîn bi rê ve dibir û niha jî endamê Dadgeha Bilind e û wiha got: “Ev doz bi lêpirsîna kesekî di nava mafyayê de bi rê ve dibir, hatiye meşandin. Ji ber vê yekê divê doz xelas bibe. Kî dizane ji bo vê dozê çi û çi hatine standin. Ji ber vê yekê divê hemû muwekîl beraet bikin.”   Ji bo ku sibê saet 13.30’an berdewam bike ji danişînê re navber hate dayîn.