Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin 2023-09-13 13:04:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PAJK'ê bi daxuyaniyekê bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku bi helwesta xwe polîtîkaya desthilatda AKP'ê û MHP’ê ya faşîst pûç bikin û xwedî li Rêbertiyê derkevin.”   Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê tê ragirtin û ya li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe kûr dibe. Girtiyên PAJK'ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser vê tecrîda heyî û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî van êrîşan hişyar bin, bi helwesta xwe polîtîkaya desthilatdariya AKP û MHP’ê ya faşîst pûç bikin û xwedî li Rêbertiyê derkevin.”   Daxuyaniya PAJK'ê ya di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de wiha ye:    “Dewleta tirk ji sala 2011'an û vir ve bi awayekî sîstematîk li ser Rêbertiya me tecrîdeke girankirî dimeşîne. Dewleta Tirk a bûye çete ku bi berxwedana Rêbertiya me, zindanan, gerîla û gel hate ber asta şikandinê, di sala 2014’an de ‘Plana Çokdanînê’ xist dewrê, tecrîda li ser Rêbertiya me û konsepta îmhayê kiriye polîtîkayeke giştî. Armanca wan ew e ku li her qadê îmhakirinê ji xwe re bikin esas, berxwedana me di nav qad û herêman de asê bikin, Rêbertiya me îzole bikin û wî bidin jibîrkirin. Dema ku ev polîtîka bi berxwedana ruhî û fîzîkî ya zindan û gerîla hate pûçkirin, ligel ku dost û hevrêyên wî nedikarîn nameyeke bi hevokekê jî jê re bişînin, ji zindana Îmraliyê re nameyên gefxwarinê hatin şandin. Şandina van nameyan û naveroka wê ji aliyê heman hêzan ve li çapemeniyê tê belavkirin. Bi vî tiştî re dixwazin çi bikin?   DIVÊ DEWLET ME BI RÊBERTIYA ME NECERIBÎNE   Dîroka me ya berxwedanê gelek caran nîşanî dewletê daye ku Rêberê me, ji bo me meseleya man û nemanê ye. Divê dewlet ji bîr neke ku li dora Rêberê me yê ku di navenda têkoşîna me ya azadiyê de cih digir,  xeleka agir her tim amade ye û divê dewlet me bi Rêbertiya me neceribîne. Di vî warî de em xeta berxwedana dîrokî ya PKK û PAJK’ê tînin bîra dewletê û em dewletê hişyar dikin.   XWEDÎ LI RÊBERTIYÊ DERKEVIN    Em diyar dikin ku ev polîtîka ji bo qebûlkirin û meşrûkirina di hest û fikran de têkirin, dixwazin li refleksa me binihêrin û piştre me bêyî refleks bihêlin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî van êrîşan hişyar bin, bi helwesta xwe polîtîkaya desthilatda AKP û MHP’ê ya faşîst pûç bikin û xwedî li Rêbertiyê derkevin.”