Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin 2023-09-13 10:24:26   AMED - Cenazeyê hunermendê kurd Beytocan dê sibê bi merasîmekê li ser wesiyeta wî li Stockholmê bê veşartin.    Hunermendê kurd Beytocan di 68 saliya xwe de duh li paytexta Swêdê Stockholmê ji ber nexweşiya penceşêrê wefat kiribû. Demek dirêj bû tedawiya vê nexweşiyê didît.    Hunermendê kurd Armanc ji ajansa me Mezopotamya re ragihand ku ew ê li ser daxwaz-wesiyeta dawî ya Beytocan dê cenaze li Stockholmê bê veşartin û anî ziman ku ew ji bo merasîma cenaze amadekarî dikin û dê cenaze sibê (14’ê îlonê) were definkirin.    BEYTOCAN KÎ YE?   Beytocan di sala 1955'an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû, di dema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê 1980’yî de hate girtin û 15 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn. 6 sal û nîvan li girtîgehê girtî ma û sala 1987'an hat berdan. Beytocan di sala 1990'î de kaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê derxist, piştî salekê jî di sala 1991'ê de neçar ma koçî Swêdê bike.