'Min bi çavê xwe dît ku TSK'ê gerîlayekî birîndar ji helîkopterê avêt' 2023-09-13 09:04:22   NAVENDA NÛÇEYAN - CHP'ê ji bo TSK'ê gotibû "bîbika çavê me ye." Leşkerê berê Yannîs Vasîlîs Yaylali ku bertek nîşanî vê da û sûcên TSK'ê yên ew bi xwe bûye şahidên wan vegot.    Parlemneterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû di qenaleke televîzyonê de komkujiyên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên di salên 90'î de li Kurdistanê kirine bibîr xist. Piştî vê Wezareta Parastinê ya Neteweyî (MSB) pêşî got "bêbextî" ye û paşê jî der barê Tanrikûlû de bi îdiayên "biçûkxistina gelê tirk, dewleta komara tirk û sazî û dezgehên dewletê" û "tehrîkirina ber kîn û dijminatiyê" lêpirsîn da destpêkirin.    Piştî daxuyaniya Tanrikûlû, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû jî ji bo TSK'ê got "bîbika çavê me ye."    Aktivîstê aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali ku di sala 1994'an de gava leşker bû ji aliyê PKK'ê ve hat desteserkirin û piştî 2 sal û nîvan hat berdan, kirinên TSK'ê yên ew bi xwe bûye şahidê wan kir.    ÇETEYA TIRYAKÊ YA EFSERÊN TSK'Ê   Yaylali anî ziman ku di sala 1994'an de di pevçûnekê de bi birîndarî dîl ketiye destê PKK'ê û got ku gava hat darizandin wê demê şirîkê Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû Parêzer Yaşar Alturk parêzertiya wî kiriye. Yaylali wiha got: "Raya giştî Yaşar Alturk nas dike, ji ber ku çeteyên li Geverê eşkere kiribû. Ev çete, ew çete ye ku gelek efserên TSK'ê bi helîkopter, ambulans û amûrên bi vî rengî şebekeya tiryakê ava kiribûn. Kesên ku gotin 'TSK mîna kulîlkê ye' bila vê dosyeyê jî vekolin." Yaylali bilêv kir ku gava leşker bû tevlî operasyonan jî bûye û li Şirnexê li hêla Gabarê bûye şahid ku fermandarekî gerîlayan ê bi birîndar ket destê leşkeran ji helîkopterê hatiye avêtin.    'MSB Û TSK ŞIRÎKÊN SÛC IN'   Yaylali bilêv kir ku MSB'ê tu carî sûcên TSK'ê qebûl nekiriye û got ku ji lew re MSB jî şirîkên sûcên TSK'ê ye. Yaylali wiha domand: "MSB, tevî TSK'ê li Rojava, qadên Parastina Medyayê û bajarên kurdan gelek sûcan dikin. Mînaka herî berbiçav jî komkujiya Roboskiyê ye ku ez 6 salan li wir mam. Li vir 19 jê zarok 34 gundî ji aliyê hikûmet, artêş û îstixbaratê ve hatin qetilkirin."    Yaylali helwesta CHP'ê ya di vî warî de jî rexne kir û got: "CHP, partiya damezrîner a vê polîtîkaya înkarker, asîmleker, komkujîker û qirker e."    'EM Ê XWEDÎ LI TANRIKÛLÛ DERKEVIN'   Yaylali diyar kir ku Tanrikûlû sûcên ku her kes pê dizane lê newêre bibêje bilêv kirine û got: "Gava Tahir Elçî jî tiştên bi vî rengî gotin, piştî lîncekê hat qetilkirin. Divê em sicîla vê dewletê û hêzên wê yên qoltixê jibîr nekin. Hrant Dînk jî wiha hat qetilkirin. Lewma divê em bi hev re xwedî li hêja Tanrikûlû derkevin û biparêzin."    MA/ Omer Îbrahîmoglû