Danişîna hunermend Tunç hate taloqkirin 2023-09-12 14:04:03 STENBOL - Bi îdiaya “heqaret” li Erdogan kiriye li hunermend Ferhat Tunç hatibû vekirin. Danişîna dozê hate taloqkirin.    Bi hinceta parvekirinên di sala 2016’an de li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” doz li hunermend Ferhat Tunç hatibû vekirin. Danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Buyukçekmeceyê hate lidarxistin. Tunç tev li danişînê nebû lê parêzera wî Elîf Bakan amade bû.    Serokê dadgehê biryar da ku biryara girtinê ya derheqê Tunç de were bicihanîn û danişîn taloqî 7’ê gulana 2024’an kir.