Tedawiya zarok Tajdîn ê wesayîtê zirxî lêxistibû didome 2023-09-12 12:39:05   ŞIRNEX - Li navenda Şirnexê wesayîteke zirxî li zarokê bi navê Tajdîn Adal xistibû û bi giranî birîndar kiribû. Hat zanîn ku rewşa ber bi başbûnê ve diçe û tedawiya wî didome.    Di 30’ê tebaxê de li navenda Şirnexê wesayîta zirxî li zarokê 12 salî Tajdîn Adal xist û bi giranî birîndar kir. Ji ber ku rewşa Adal giran bû, ji Şirnexê sewqî nexweşxaneyeke taybet a Êlihê hate kirin. Adal, travmaya serî derbas kir û xwîn çûbû ser mejiyê wî.    Adal, di bin çavdêriya bijîşkan de dihat dermankirin û hat zanîn ku rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe. Malbata Adal têkildarî rewşa Adal agahî dan. Malbatê destnîşan kir ku zarokê wan hefteyeke di beşa lênihêrîna awarte de dihat tedawîkirin û niha veguhestine odeya normal. Malbatê got ku rewşa Tajdîn ber bi başbûnê ve diçe.    Tedawiya Adal a li nexweşxaneyê berdewam e.