ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-12 09:00:13 * Alîgirên Amedsporê bertek nîşanî êrışên nijadperest ên li dijî wan tên kirin dan û gotin ku ji ber nasnameya wan a kurdbûnê êrişê wan tê kirin û îşaret bi xwedîderketineke xurt a li Amedsporê kirin. * Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Cûma ku der barê guherandina navên kurdî yên tax û kolanên Efrînê û demografiya wê de axivî bi lêv kir ku piştî dagirkirin Efrînê yekane armanca Tirkiyeyê ev bû ku tiştekî kurdan li Efrînê nehêle.    * Akademîsyen Kamûran Berwarî diyar kir ku Tirkiye hewl dide ku demografiya Kerkûkê bigûherîne û dixwaze ji kurdan xalî bike û wiha axivî: "Tirkiye dixwaze ku kerkûkî bibêjin 'ew tirk in' û îlan bikin ku ew tirk in û daxwaza tirkîbûnê bikin û piştre jî li dijî vê daxwazê komeke leşker li herêmê bi cih bike."   * Rojnameger û rêxistinên mafan ji bo danişîna edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok û rojnameger Mehmet Şah Orûç ku dê di 14’ê Îlonê de bê lidarxistin bang kirin û gotin: “Em şahidên rojnamegeriya wan in û em ji gel û saziyên xwe bi hêvî ne ku dê di 14’ê îlonê de piştgiriyê bidin hevalên me yên rojnameger.”   * Hunermenda NÇM'ê Zehra Sûyû bilêv kir ku dê serlêdanên wan ên ji bo kursên muzîkê heya dawiya Îlonê bidomin û got ku li dijî qirkirina çandî û asîmlasyonê bang li her kesî kir ku tevlî kursan bibin.    * Jinên ku bi hatin payizê re dest bi amadekariya zivistanê kirin, anîn ziman ku krîza aborî barê wan pir giran kiriye.    * Bi ser teqîna Koşuyoluyê re 17 sal derbas bûn ku 7 jê zarok bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Cîgira Seroka Giştî ya ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman diyar kir ku ceza li bersûcan hatiye birîn lê bûyer tam nehatiye ronîkirin.    * Danişîna Doza Kobanê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dê bidome. (10.00)   * Bi boneya salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê wê li gelek bajaran çalakî û aktîvîte bên lidarxistin. (11.00-19.00)     * Danişîna doza der barê dê û bavên Berkîn Elvan ê 16 salî ku di dema çalakiyên Parka Geziyê de ji aliyê polîsan ve hate kuştin bi îdiaya “heqaret li Serokkomar” kiriye, li 43’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Stenbolê bê lidarxistin. (10.15)     * Danişîna doza bi îdiaya “heqaret li Serokkomar kiriye” der barê Ferhat Tûnç de hatiye vekirin, dê li 14’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Buyukçekmeceyê bê lidarxistin. (11.25)   * Çûkûrova TUAY-DER a li Mêrsînê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin li avahiya xwe ya komeleyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.30)   * Rêxistinên ciwanan dê têkildarî binçavkirin, girtin û zextan li ber Navenda Çanda Turkan Saylan a Îzmîrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (19.00)