Baroya Rihayê ji ber îşkence û miameleya xerab a li girtîgehan gilî kir 2023-09-11 15:47:07   RIHA -  Baroya Rihayê li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê giliyê kesên li girtîgehên Rihayê îşkence û miameleya xerab li girtiyan dikin kir.    Baroya Rihayê, Komeleya Mafên Mirovan (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di 11’ê tebaxê de rapora xwe ya têkildarî girtiyên nexweş ên li girtîgehên Rihayê parve kiribû. Di çarçoveya amadekirina raporê de şandeyê li Girtîgeha Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Tîpa T a Rihayê û Girtîgeha Tîpa T a Sêweregê bi 29 girtiyên nexweş re rû bi rû hevdîtin kiribû. Şandeya ku bi girtiyan re hevdîtin kirî, binpêkirina mafê tenduristiyê, îşkence û miameleya xerab a li girtiya tê kirin tespît kiribû.    Baroya Rihayê, li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê giliyê kesên îşkence û miameleya xerab li girtiyan dikin kir. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku midûrên Girtîgeha Sêweregê, berpirsyarên li girtîgehê û personelên wê, hêzên girtiyan sewq dikin û bijîşkên li revîra girtîgehê gumanbar in. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku ji ber sûcên îşkence, xerab bikaranîna peywirê, birîndarkirina qesdî, astengkirina mafê sûdgirtina ji xizmetên cemaweriyê, nefret û cihêkarî, heqaret, astengkirina bikaranîna maf û xweyîbûnê derheqê van kesan de lêpirsîn were destpêkirin.