Li şahid Akbiyik ê di dosyaya Mizrakli ya hatiye betalkirin de tune bû guhdarî kirine! 2023-09-11 15:33:09 AMED - Dosyaya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli bi sedema “kêm hatiye lêkolînkirin” hatibû xerakirin. Derket holê ku şandeya dadgehê di doza Mizrakli de li şahidê eşkere Umît Akbiyik guhdarî kiriye ku di dosyaya hatiye betalkirin de tune bû.    Di dosyaya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli de ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê hatibû dayîn. Lê belê 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind bi sedema “kêm hatiye lêkolînkirin”, ev dosya betal kir. Piştî vê biryarê Mizrakli ji nû ve hate darizandin.    SEROKÊ DADGEHÊ GUHERÎ   Mizrakli, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê darizandin û hat zanîn ku tayîna serokê şandeya dadgehê Enver Akman dane Manîsayê. Akman, bi cezayên xwe yên giran ên dida siyasetmedarên kurd dihat naskirin. Akman, bi cezayên dabû Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen ku bi hinceta KHK’î ye mazbata wê nehatibû dayîn bûbû rojev.    Doz, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin û parlamenterên Partiya Çepên Kesk Cengîz Çandar, Mehmet Kamaç, Adalet Kaya, Ceylan Akça, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, hevşaredarên navçeyên Amedê yên li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tev li danişînê bûn.    LI ŞAHIDÊ EŞKERE AKBIYIK HATE GUHDARÎKIRIN   Derket holê ku şandeya dadgehê li şahidê eşkere Umît Akbiyik guhdarî kiriye ku derheqê gelek rojnameger, parêzer, hunermend û siyasetmedaran de îfade dabû. Hefteyek berê li Akbiyik hatiye guhdarîkirin û îfadeyên li dijî Mizrakli di dosyayê de hatin bicihkirin.    Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.    Danişîn didome.