Bi hinceta ‘heqaret’ li tecawizkar Orhan kiriye ceza dan stranbêj Taşçi 2023-09-11 14:06:52   STENBOL - Stranbêj Tan Taşçi piştgirî dabû Ezgî Molayê ku bi îdiaya “heqaret” li tecawizkar Mûsa Orhan kiriye dihat darizandin. Bi heman îdiayê cezayê pereyan li Taşçi hate birîn.    Çawişê pispor Mûsa Orhan li Êlihê destdirêjî li Îpek Er a 18 salî kiribû û Er întîhar kiribû. Bi îdiaya “heqaret” li tecawizkar Mûsa Orhan kiriye, doz li Ezgî Molayê hatibû vekirin û cezayê pereyan lê hatibû birîn. Stranbêj Tan Taşçi jî di parvekirinên xwe yên medyaya dijîtal de piştgirî dabû Molayê. Bi heman îdiaya “heqaretê” cezayê pereyan dan Tan.    Parêzerê tecawizkar Orhan ê bi navê Mehmet Erkan Akkuş bi îdiaya “heqaretê” serlêdan kiribû û doz li Dadgeha Cezayên Giştî ya Banazê hate lidarxistin. Dadgehê hezar û 300 TL cezayê pereyan li Taşçi birî.    Dadgehê di heman demê de biryar da ku Taşçi 5 salan di pêvajoya lênihêrînê de be.