Serlêdanên ji bo Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê dest pê kirin 2023-09-11 13:16:14 ÎZMÎR - Bernameya 5’emîn Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê ku ji hêla OHD, ELDH, ÎDA û AED’ê ve bi dirûşma “Di Neolîberalîzmê de Neteweperestî, Meyla Otorîterbûnê û Rêyên Têkoşînê” tê lidarxistin hate eşkerekirin.    Bernameya Payîza 2023’yan a Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê ku her sal ji hêla Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Rêxistina Hiqûqnasên Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafên Cîhanê (ELDH), Komeleya Piştevanî û Lêkolîna Zanistî ya Îzmîrê (ÎDA) û Akademiya Hiqûqnasên Demokrat (AED) ve tê lidarxistin eşkere bû. Dê 5’emîn Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê dê di navbera 3-4-5’ê mijdarê bi dirûşma “Di Neolîberalîzmê de Neteweperestî, Meyla Otorîterbûnê û Rêyên Têkoşînê” li Gundê Matematîkê yê Nesîn ê li Selçûk Şîrînceyê bê lidarxistin. Serlêdanên ji bo komxebatê dest pê kirin.    BEŞDAR   Dê akademîsyenên weke Emel Uzun, Zeynep Gambettî, Cûma Çîçek û Lulufer Korukmez û Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter, parlamenterên Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar û Cengîz Çîçek û gelek hiqûqnas, siyasetmedar û nivîskar weke axevêr tev li bibin.    KONSER Û PÊŞANDANA FÎLM   Di bernameya komxebatê de her wiha dê fîlmê “Hacîvat Karagoz çima hatin kuştin? (Hacivat Karagöz Neden Öldürüldü ?”) were pêşandan û bi derhênerê wê Ezel Akay re gotûbêj bê kirin. Piştre jî dê Kasim Taşdogan û koma wî konserê bidin.