Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de didome 2023-09-11 11:23:06   ENQERE - Konferansa Partiya Çepên Kesk ku di çarçoveya jinûveavakirinê de li dar dixe di roja duyemîn de berdewam dike.    “Konferansa Mezin” a Partiya Çepên Kesk ku di çarçoveya jinûveavakirinê de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet li dar dixe, di roja duyemîn de didome. Di roja ewil a konferansê de pêşniyarên gel ên di civînên berê de hatine kirin pêşkeşî konferansê hatin kirin û îro jî di serî de guherandina rêziknameya Partiya Çepên Kesk, gelek mijarên din dê bên nîqaşkirin.    Di roja duyemîn a konferansê de di serî de çareseriya demokratîk a di pirsgirêka kurd de, siyaseta demokratîk, rêya sêyemîn û tifaq, rêxistiniya kedê, aboriya demokratîk û gelparêz dê gelek mijar bên nîqaşkirin û pêşniyar veguherin biryaran.