Temellî: Tu demê hevdîtinên li ser fikriyata Ocalan ewqas xurt nebûbû 2023-09-11 10:32:34 ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî diyar kir ku di heyama pêşiya wan de dê xeta têkoşîna wan zelal bibe û got: “Tu demê xwedîderketin û hevdîtinên li ser fikr û kesayeta birêz Ocalan ewqas xurt nebûbû.”    Konferansa Mezin a Partiya Çepên Kesk a di çarçoveya pêvajoya jinûveavakirinê û rêxistinkirinê de li dar dixe di roja duyemîn de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Enqereyê berdewam dike. Konferans bi dirûşma “Rêxistin Azadî ye” pêk tê û ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 800 delege beşdar bûn e.    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî têkildarî konferansê ji ajansa me re axivî.    ‘TU DEMÊ EWQAS XWEDÎ LI FIKRIYATA OCALAN DERNEKETIYE’    Temellî bi bîr xist ku ew bi hemû aliyên civakê re nîqaşên ku kirine ber bi pêvajoya konferansê ve hatine û di encama xebatên ku di vê pêvajoyê de hatiye kirin wek metnek hevpar pêşkêşî delegasyona konferansê hatiye kirin. Temellî diyar kir ku ev pêvajo û metna hevpar bi hev re hatiye afirandin û got: “Ev metn li dijî statükoyê têdikoşe û li dijî feraseta restorasyonker destpêkek nû ye, li dijî feraseta reformist helwestek pir zelal radixe ber çavan. Metn jiyana me ya birêxistinkirî û xeta têkoşîna me ya ku divê neyê şaşkirin nîşanî me dide û tespît dike ku rêya têkoşîna me Rêya Sêyemîn e. Em ê bi biryardarî û rêxistinkirî ya Rêya Sêyemîn bixin meriyete û heyama pêşiya xwe înşa bikin. Ev xebatên me yên ji bo heyama nû sê meh in tên kirin. Delegasyona di nava vê xebatê de xwedî helwestek pir zelal e. Ji ber vê yekê heyama pêşiya me ji bo zelalkirin pêvajoya înşakirina rêxistinkirina me û xeta têkoşîna li benda me ye. Nîqaşek li ser xwebûnê tune ye. Fikra ku li derdora birêz Ocalan kom bibe, xwedî lê derkeve û xwedîderketin û kombûna li derdora fikrên wî tu demê ewqas xurt nebûbû.    ‘EM LI DERDORA FIKRÊN OCALAN BÛNE XELEK’    Çi dibe bila bibe divê me wek partî li ser xeta Rêya Sêyemîn xwe birêxistin bikin, li ber tecrîdê, şer, kedxwariyê û mêtingeriyê rabin. Ev pêvajo li benda me ye. Heyama pêşiya me hilbijartina xwecihî hene. Divê em ji bo hilbijartinê jî xwe amade bikin. Di konferansa me de her tişt bi berfirehî tê nîqaşkirin. Em li bendê ne ku encamên girîng derkevin. Divê em di encama biryar û nîqaşên derdikevin de paradîgmaya xwe civakî bikin. Heta ku birêz Ocalan girtî be wê ji bo çareseriyê tu pêvajo li pêş nekeve. Êdî em neçar in ku tecrîdê rakin û ev fikir bigihîje azadiyek mayînde. Ji bo em krîzên heyî ji holê rakin me xwe li derdora fikriyata Ocalanîst pêça ye û hembêz dikin.”    MA / Yusra Batihan