Oyke: Lîjneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere 2023-09-11 09:05:12   RIHA - Hevserokê Şaxa OHD'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke bi lêv kir ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê li ser girtiyan ferz dike ku fikir û ramanên xwe bêjin lê ev yek li gor qanûnan sûc e. Oyke got ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere.    Lijneya Îdare û Çavdêriyê ku di 29’ê kanûna 2020’an de ket meriyetê, dema girtî cezayê xwe diqedînin rewşa wan a ragirtin û berdanê dinirxînin û li gor wê biryarê didin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji sala 2020’an heta niha înfaza gelek girtiyan dirêj kir û şewitand. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) heta niha înfaza 313 girtiyan gelek caran 3 meh û 6 mehan hatiye taloqkirin. Navenda Giştî ya ÎHD’ê der barê Lijneya Îdare û Çavdêriyê de di 12’ê kanûna 2020’an de doz vekir ku ew li dijî hiqûqeyê û divê bê girtin. Lê tevî ev qas salan jî ev doz hê encam negirtiyê û hê jî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve înfaza girtiyan tê şewitandin an jî tê taloqkirin.      Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ê Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke diyar kir ku li Girtîgehên Tipa T-1 û Tipa T-2 yên Rihayê û Girtîgeha Tipa T-1 a Sêwrêgê heta niha înfaza 4 girtiyan hatiyê şewitandin û ya 16 girtiyan jî hatiyê dirêjkirin.    HEM ÎŞKENCE DÎTIN HEM JÎ ÎNFAZA WAN HAT ŞEWITANDIN!   Oyke, bi lêv kir ku ji bo amadekirina rapora girtîgehan wan serdana Girtîgehên T-1 û T-2 yên Rihayê û Girtîgeha T-1 a Siwêregê kirine û înfaza gelek girtiyên ku divê bên berdan ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatiyê şewitandin. Oyke, diyar kir ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta, 'Rewşa wan ne baş e' înfaza girtiyan dişewitîne û wiha got: “Dema em hincetên dirêj kirin û şewitandina înfazê dinêrin an dibêjin ne poşman e an jî ‘di rewşeke ne baş de ne’. Li Girtîgeha Rihayê 4 girtiyên ku divê bihata berdan înfaza wan hatiyê şewitandin. Sedema şewitandina înfazê jî rêveberiya girtîgehê di sala 2021'an de xwestiyê qawişên wan biguherînin wan jî ev yek qebûl nekirine û li ser vê yekê bi gardiyanan re nîqaş kirine. 4 girtî ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin û îşkence dîtine. Pişt re jî cezayê hucreyê danê van 4 girtiyan. Me jî li ser vê yekê gilî ew gardiyan gilî kirin, lê di encama polîtikayên bêcezakirinê de ji giliyê re biryara nepen hat dayin. Lê înfaza 4 girtiyan jî bi hinceta cezayê hucreyê girtine hat şewitandin. Yanî ji gardiyanên ku îşkence kirine re biryara nepen hat dayîn û înfaza girtiyên ku îşkence lê hatiye kirin hat şewitandin.”   ‘LI DIJÎ QANÛNAN E’   Bi domdarî Oyke anî ziman ku înfaza hemû girtiyên ku dibêjin em nepoşman in tê şewitandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku tu peywîra Lijneya Îdare û Çavdêriyê nîne ku li ser girtiyan ferz bike ku ew fikir û ramanên xwe bêjin jî ji girtiyan pirsên weke, 'Hûn derbarê PKK'ê de çi difikirin?’ , ‘Hûn poşman in an ne poşman in?’ dipirsin û heke girtî bêdeng bimînin an jî nebêjin em ne poşman in înfaza wan dişewitînin. Li gorî destûra bingehîn a Tirkiyeyê û ya navneteweyî bi awayekî şenber hatiye diyarkirin ku tu kes ne mecbure fikir û ramanên xwe bêje û mafê tu kesê nîne ku li ser yekî ferz bike ku ew fikir û ramanê xwe bêje. Lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê vê qanûnê binpê dike. Ya ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê dike li gor qanûnan suc e û heta bi cezayê girtîgehê jî dikarê bê darizandin. Lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê vî sûcî her tim dike. Tirkiye li gor qanûnên xwe bi tişta ku weke sûc pênase dike înfaza girtiyan dişewitîne.”   'JI BO MUÇEYA ZÊDE ÎNFAZA GIRTIYAN DIRÊJ DIKIN'   Oyke destnîşan kir ku yên tev li civîna Lijneya Îdare û Çavdêriyê dibin li gorî liyaqatê nayên hilbijartin û ev tişt anîn ziman: “Serdozgerê Komarê ji Lijneya Îdare û Çavdêriyê re serkeşiyê dike, gardiyan, mamosteyên dibîstanê, civaknas û derûnnas jî tev li civîne dibin. Lê dema ev kes tên hilbijartin ne li gor liyaqatê, rêveberiya girtîgehê ji saziyan re peyam dişîne sazî jî kê bixwazin wî dişînin. Her wiha yên tevli van civînan dibin mûçeyekê jî digirin. Ji ber wê jî gumana me heye ku ji bo muçeyeke zêde înfaza girtiyan dişewitînin. Yanî heke bikevin çend civînan ewqas mûçe distînin, heke înfaza girtiyan dirêj bikin wê cardin bikevin wê civîne ev jî dê ji wan re bibe mûçeyeke zêde. Me ji kesên tevli van civînan dibin re jî hevdîtin pêk anî. Ji me re gotin ku serdozger û gardiyan çi biryarê bidin ew jî li gorî wê biryarê tevdigerin.”   'LI GORÎ REWŞA SIYASÎ BIRYARAN DIDE'   Oyke bi lêv kir ku divê hiqûqnas li dijî biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê derkevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hem sepana Lijneya Îdare û Çavdêriyê û hem jî biryarên ku ew didin li dijî destûra bingehîn û qanûnên cihanê ne. Ji ber wê jî daxwaza me ew e ku doza ku ji bo betalbûna Lijneya Îdare û Çavdêriyê vebûye demildest encam bigire. Her çiqas mirov dikare bi rêya hiqûqê ji biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê re îtîraz bike jî ji ber ku li Tirkiyeyê polîtikayên bêcezahiştinê tên meşandin, ev îtîraz jî bê encam dimînin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ne li gorî qanûnan li gorî rewşa siyasî biryaran dide. Înfaza hemû girtiyên siyasî ku dibêjin em nepoşman in, an dirêj dikin an jî dişewitînin.”   MA / Mahmût Altintaş