Şahidek Zindana Amedê: Derketina li dijî zilmê peywireke însanî ye 2023-09-11 09:01:55 ÊLIH - Ridvan Ayhan ku di dema darbeya 12’ê Îlonê de li Hejmara 5’an Zindana Amedê rastî îşkenceyên giran hat wiha got: “Min şahidî ji zilma li kurdan tê kirin re kir. Derketina li dijî vê zilmê peywireke însanî ye. Nasnameya berxwedanê nabe.” Bi ser darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yan a Serfermandarê Giştî yê wê demê Kenan Evren pêşengtiya wê kir re 43 sal derbas bûn. Di serdema darbeyê ya weke “lekeyeke reş” kete dîroka welat de gelek partiyên siyasî, sendîka û saziyên sivîl ên civakî hatin girtin. Li gorî daneyên fermî nêzî 2 milyon kesan hatin fîşkirin, 650 hezar kes hatin binçavkirin, 14 girtî di çalakiyên greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan, 171 kesan bi îşkenceya di dema îfadeyê û girtîgehê de lê hatin kirin jiyana xwe ji dest dan û 49 kes jî hatin darvekirin. Lê tê texmînkirin ku ev hejmar zêdetirin.    ÎŞKENCEYA 72 ROJAN BERDEWAM KIR   Ridvan Ayhan jî yek ji kesên di dema darbeyê de hatiye binçavkirin û girtin. Ayhan zarokekî malbateke ereb a ji navçeya Heskîfê ya Êlihê ye. Dema Ayhan di kanûna 1980'î hate binçavkirin hê 18 salî bû. Li navenda Êliha ku wê demê navçeyeke girêdayî Sêrtê bû hate binçavkirin û ewilî birin Qereqola Çarşiyê. Li vir 2 rojan îşkence li Ayhan hate kirin. Ayhan, pişt re birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê û li vir mehekê hate girtin. Li vir gelek îşkenceyên weke feleqe, ceyran û lêdana dijwar lê hate kirin.    Vê carê piştî Êlihê Ayhan dibin Fermandariya Alayê ya Sêrtê û îşkence li vir jî berdewam dike. Ayhan li vir 40 rojan bi heman îşkenceyê re rû bi rû dimîne. Ayhan piştî îşkenceya 72 rojan sewqî Fermandariya Alayê ya Amedê ku weke “îstîqam” dihate binavkirin, hate kirin. Beriya îfadeya dozgeriyê ji bo birînên wî baş bin 15 rojan li vir hate ragirtin. Pişt re ji aliyê dadgeha ku birinê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.    LI HEJMARA 5’AN MA   Ayhan ê piştî hate girtin birin qawişa 8’emîn a Bloka C’yê ya Hejmara 5’an a Zindana Amedê, li dijî îşkenceya giran û pêkanînên dermirovî yên zindanê li ber xwe da. Di zindanê de tev li çalakiya rojiya mirinê bû. Ji ber ku Ayhan di roja 25'emîn a çalakiya rojiya mirinê de di hevdîtina li gel bavê xwe de bi erebî axivî, Esat Oktay Yildiran ê digot “bi zimanekî din neaxivin” îşkence li Ayhan kir. Ayhan piştî 7 salan di zindanê de ma, hate berdan.    SERÎ LI BER ÎŞKENCEYÊ NEDANÎ!   Ayhan ê qala tiştên li wê serdemê qewimîn kir, diyar kir ku hişmendiya 12’ê Îlonê hê jî didome. Ayhan, anî ziman ku berxwedana li dijî vê rewşê jî berdewam dike û wiha got: “Piştî îşkenceya 72 rojan di ketina Hejmara 5’an a Zindana Amedê de bi êrişa gardiyanan re rû bi rû m an. Li cem me kesekî ku ji gund anîbûn hebû. Çiqas îşkence li wî kirin jî deng ji wî derneket. Dizanî ku dema qîr dikin keyfa wan tê û nedixwest wan keyfxweş bike. Pişt re gazî Esat Oktay kirin. Liv ir rastî îşkence Oktay a li dijî rûmeta mirovahiyê hat. Dîsa dengê wî derneket. Ev bûyer kurteya berxwedan û îşkenceya li zindanê bû.”    ‘ÇI KARÊ TE DI NAV GAWIRAN DE HEYE?’    Ayhan, anî ziman ku ji bo bi kurdan re têkoşiya hedef hate girtin û wiha axivî: “Piştî îşkenceyê giran, berxwedana li dijî hovitiyê dest pê kir. Çalakiyên weke rojiya mirinê û xwe şewitandinê dest pê kirin. Ez jî ketim çalakiya rojiya mirinê. Bavê min ji bo min qaneh bike anîbûn girtîgehê. Ez bi bavê xwe re bi erebî axivîm. Lê ji ber bi erebî axivîm îşkence li min kirin. Esat Oktay Yildiran bi gotina ‘Tu erebî di nav van gawiran de çi karê te heye’ îşkence li min dikir. Min jî ji wî re got nasnameya berxwedanê nabe. Ez niha 60 salî me hevalê min cîranê min kurd e. Ez ji zilma li kurdan hate kirin re bûm şahid. Heman zilm li min hate kirin. Li dijî derketina vê zilmê peywîreke însanî ye.”   MA / Fethî Balaman