ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-11 09:00:08       * Ridvan Ayhan, ku di dema darbeya 12’ê Îlonê de li Hejmara 5’an Zindana Amedê bi îşkenceyên giran re rû bi rû ma wiha got: “Min şahidî ji zilma li kurdan tê kirin re kir. Derketina li dijî vê zilmê peywîreke însanî ye. Nasnameya berxwedanê nabe.”   * Li gundê Çalxan a navçeya Sergolanê di navbera salên 1995-1996’an de 9 endamên PKK’ê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn. Hate diyarkirin ku li qada gora komî ya 9 endamên PKK’ê lê ne, gorên nû hatine çêkirin.    * Şahidên Girtîgeha Amedê ku piştî Darbeya 12’ê Îlonê veguherandibûn navenda îşkencexaneyê, diyar kirin ku heman polîtîka di roja me de hêj dijwartir tên meşandin.    * Arkeolog Nevîn Soyûkaya diyar kir ku tevî Tirkiyeyê teahûd kiribû ku dê sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê biparêze, ew hildan “Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya di Xetereyê de” û wiha got: “Armanca me ew e ku em bajêr jinûve bikin cihekî ku lê were jiyîn, jiyanê jinûve ava bikin.”   * Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku li girtî nikarin bi têrkerî xwarinê bixwin û destnîşan kir ku divê bihayê xwarinê yê rojane weke 50 lîre hatiye diyarkirin divê bê zêdekirin.    * Hevserokê Şaxa OHD'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke bi lêv kir ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê li ser girtiyan ferz dike ku fikir û ramanên xwe bêjin lê ev yek li gor qanûnan sûc e. Oyke got ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere.    * Parêzer Dersîm Erîşen ku bi jinên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê rastî îşkenceya benê berazan hatibûn re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku pêkanînên îşkenceyê ji tecrîdê ne serbixwe ne û banga hestiyariyê li partiyên siyasî û rêxistinên hiqûqê kir.    * Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan diyar kir ku projeya ÇEDES’ê projeyeke asîmilekirinê ye ku tê xwestin di asta baweriyê de bê kirin û xwest ku kesên wekî “yên din” tên dîtin divê li dijî projeyê bariyeran ava bikin.    * Qeyûman, Şaredariya Mêrdînê di nava çirava deynan de hiştin. Hat zanîn ku kesên ji hêla van qeyûman ve weke Midûrê Nivîsgeha Taybet a MARSU’yê hatin peywirdarkirin, niha li saziyên cuda hatine peywirdarkirin.    * Danişîna doza Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê girtî dê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgehan a Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Konferansa Mezin a Partiya Çepên Kesk wê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmek a Enqereyê berdewam bike. (10.00)    * Sazî û dezgehên zimanê kurdî û rêxistinên sivîl wê li gelek bajaran têkildarî destpêkirina serdema perwredehiyê û hîndekariyê daxuyaniyan bidin. (11.00-15.00)    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê li ber Wezareta Dadê berdewam bike. (13.00)