Ji bo Çelîk û Ûzûn şîn hate danîn 2023-09-10 16:44:54 STENBOL - Ji bo endamên HPG’ê Eyup Çelîk û Yilmaz Ûzûn ê hestiyên wî di qûtiyê de hatin teslîmkirin li navçeya Esenlerê şîn hate danîn.    Ji bo endamên HPG’ê Yilmaz Ûzûn (Tolhildan Tekman) ê di sala 2020’an de li çoltera Sêrtê jiyana xwe ji dest da û hestiyên wî di qûtiyekê de radestî malbata wî hatin kirin û Eyup Çelîk (Demhat Cîlo) ê di heman êrişê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Esenler a Stenbolê şîn hate danîn. Rêxistinên sivîl ên civakî û nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tev li şîna ku li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate danîn bûn.    Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) Ayhan Yildiz ê piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hate kirin axivî, wiha got: “Bi sed salane zimanê gelê kurd, hebûna gelê kurd tê qedexekirin. Îro kesên van polîtîkayên zilmê qebûl nekin jî têdikoşin û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest didin. Tu kes nikare pêşiyê li têkoşîna hebûnê ya li dijî kesên dixwazin kurdan bê vîn bihêlin tê dayîn bigire. Bila kesên di vê oxirê de têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane bizanibin ku ji bo em layiqî wan bibin tişta ji destê me bê em ê bikin.”   ‘NIKARIN PAŞVE GAVÊ BIDIN AVÊTIN’    Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Marmarayê Dîlber Demîr diyar kir ku kurd li dijî polîtîkayên “tunekirinê” li ber xwe didin û anî ziman ku ev polîtîka îro bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin didomin. Demîr, axaftina xwe wiha domand: “Heta ku em birêz Ocalan ê di bin tecrîdê de û hevalên xwe yên li girtîgehan tên ragirtin azad nekin em ê ji têkoşîna xwe ya mafdar gavekê paş ve neavêjin.”   MALBAT: EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN    Malbatên Çelîk û Ûzûn, anîn ziman ku bi nêzîkatiya li dijî cenazeyên zarokên wan sûcê şer hatiye kirin. Malbatan destnîşan kirin ku wê li dijî polîtîkayên zext û tunekirinê wê têkoşîna xwe bidomînin.    Piştî axaftinan sînevîzyoneke ku dîmenên aydê Çelîk û Ûzûn tê de cih digirt hate nîşandan. Piştî nîşandana sînevîzyonê mewlîd hate xwendin û xwarin hate xwarin.