Gelê Til Hemîsê ji bo piştgiriya bi HSD’ê re meşiya 2023-09-10 16:39:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê navçeya Til Hemîsê bi boneya piştgiriya bi HSD’ê re meşek li dar xist û wiha got: “Serkeftinê îro yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk, bi saya fedekariya hêzên me û piştevaniya gelên herêmê ye.”  Bi mebesta piştevaniya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re welatiyên navçeya Til Hemîs a Qamişloyê meşek li dar xistin. Xelkê navçeyê, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rûspiyê eşîran tev li meşê bûn. Meş li pêşiya avahiya Meclisa Til Temîsê dest pê kir û li Çerxerêya Sewamî veguherî mitîngê.    ‘HEVGIRTINA XELKÊ HERÊMÊ Û HSD’Ê PLAN TÊK BIRIN’   Di mitîngê de rûspiyê eşîra El Şemer, Mihemed El Şemerî axivî û got ku eşîrên ereb ên herêmê piştgiriyê didin Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê. El Şemerî, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Di bûyerên Dêrazorê de planeke komploger heye. Ev bûyer ji berê ve hatibûn plankirin. Xwestin hevgirtina eşîrên ereban û HSD’ê qels bikin û îstîqrara li herêmê têk bibin. Bi vê yekê re jî rê li ber dagirkirina herêmê ji hêla çeteyên dewleta tirk vekin. Lê bi saya hevgirtina hêzên me û şêniyên Dêrzorê, ev plan hatin têkbirin.”   ‘SERKEFTIN BI SAYA HEVGIRTINA HÊZÊN ME Û GEL E’    Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ebdullah El Salim jî rola HSD’ê ya di parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de silav kir û wiha got: “Serkeftinên îro yên li dijî çeteyên DAIŞ'û dewleta tirk, bi saya fedakariyên hêzên me û hevgirtina şêniyan e.”   Ji şervanên HSD’ê Mahîr Ehmed jî ev tişt anî ziman: “Tiştên îro li ser çapemeniyê derdikevin fitneyeke dewleta tirk a dagirker û rejîmên dîktator e. Heta serkeftinê jî dê têkoşîna me bidome.”   Endama Kongra Star a Til Hemîsê Hedîl El Ebdullah jî piştgiriya xwe ya ji bo HSD’ê nîşan da û soz da ku dê li ser şopa şehîdan bin.    Welatiyan bi dirûşman HSD silav kirin û çalakî bi dawî bû.